Qesra Şîrîn; Kolberekî Kurd bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hate kuştin

28 February 2025 21:56

Hengaw; Înê 28ê Şibata 2025an

Şehnam Zahirînijad, kolberê ciwan û xelkê Serpêla Zehawê li encama gullereşandina rasterast a hêzên Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê Qesra Şîrîn ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkî yên sibêdeha roja Înê 28ê Şibata 2025an, Şehnam Zahirînijad, kolberê temen 35 salî û xelkê gundê "Milerolan" ê ser bi bajarê Serpêla Zehawê bi teqeya rasterast a Spaha Pasdaran ên cihgir li ser sînorê Qesra Şîrîn canê xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Şehnam Zahirînijad xîzandar û bavê sê zarokan bûye. Navbirî ji peyrewê ola  Yarsan  e.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin