Bane; Kolberekî Kurd bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate birîndarkirin

07 March 2025 19:16
Hengaw; Înê 7ê Adara 2025an
Ehmed Kerîmzade, kolberê xelkê bajarê Banê bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi dijwarî hate birîndarkirin û bo nexweşxaneyê hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 7ê Adara 2025an, Ehmed Kerîmzade, kolberê temen 36 salî û xelkê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî li gundê "Berdereş" ê ser bi vî bajarî hate birîndarkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Ehmed Kerîmzade ji aliyê herdu lingê xwe ve bûye armanca gulleyên van hêzan.
Ev kolberê Kurd destpêkê bo nexweşxaneya Banê û piştre ji ber kûrahiya birînên xwe bo navendên dermanî yên Sine hatiye veguhastin.
Source: Hengawê Kurdî