Kolberekî 17 salî li ser sînorê Newsûdê hate birîndarkirin

Hengaw; Pêncşemî 20ê Şibata 2025an
Hêja Şîrî yê kolberê nûciwan ê temen 17 salî û xelkê Selasa Bawecanî di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî hate birîndarkirin. Sala borî 9 kolberên zarok li ser sînorê Newsûdê hatibûne birîndarkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkî yên sibêdeha roja Çarşemî 19ê Şibata 2025an, kolberekî nûciwan ê xelkê Selasa Bawecanî yê bi navê Hêja Şîrî yê temen 17 salî di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev kolberê nûciwan ji aliyê pişta xwe ve bûye armanca gulleyên hêzên leşkerî.
Pêka belge û amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama sala 2024an de herî kêm kolberekî zarok hatiye kuştin û 18 kolberên zarok jî hatine birîndarkirin ku nîveya wan haletane wate 9 haletên wan li sînorên bajarê Newsûdê hatiye tomarkirin.