Sînorê Merîwan; Kolberekî Kurd ji ber sir û seqemê canê xwe ji dest da

31 January 2025 20:19

Hengaw; Înê 31ê Çileya 2025an

Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Mehyar Seferî, ji ber sir û seqemê canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Pêncşemî 30ê Çileya 2025an, termê Mehyar Seferî, kolberê temen 21 salî û xelkê bajarê Merîwanê ku ji ber sir û seqemê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê xelkê ve hate peydakirin.

Mehyar Seferî, êvareya roja Duşemî 27ê meha Çileyê di dema kolberiyê de li ser sînorê “Hencîran” ê ser bi bajarê Merîwanê hatibû wundabûn.

Li gorî çavkaniyeke aghedar û yek ji wan kesên ku termê vî kolberê Kurd peyda kiriye, Mehyar Seferî bi sedeme kevtin ji çiya ve birîndar bibû û hêza berdewamkirina rê tinebû û her li wir ji ber sireke zêde canê xwe ji dest daye. Ev vîdyoyên ku bi destên Hengawê gihîştine, rastî û dirustiya vê gotinê piştrast dikin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, termê vî kolberê Kurd ê ciwan bo pizîşkî yasayî li bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê hatiye  veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin