Kolberek ji aliyê pasdarên Îranê vah hatiye birîndarkirin

Hengaw- Kolberekî xelkê bajarê Serdeştê bi guleya rasterast a Spaya Pasdarên Îranê ve hate birîndar kirin.

04 May 2019 22:29

 

Hengaw- Kolberekî xelkê bajarê Serdeştê bi guleya rasterast a Spaya Pasdarên Îranê ve hate birîndar kirin.

Li gor agahiyên Dezgeha Mafê Mirovan Hengawê, roja înê 26 mehê Spaya Pasdarên Îranê li nêzîk gundê Bêtoşê gule li komek kolberan reşandin.

Di encama êrîşê de, kolberekî xekê gundê Bêwran yê Serdeştê bi navê Hamid Bîran bi giranî birîndar bûye. Hat zanîn ku ev kolbere ji bi dermankirinê birine nexwaşxaneya bajarê Serdeştê.

Li gor amarên Hengawê di sala 2018an da herî kêm 255 kolber hatine kuştin û birîndarkirin ku li wê hejmarê 75 kesan jiyana xwe ji dest daye û 180 kesê din jî birîndar bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin