Merîwan; Kolberekî ciwan bi teqeya hêzên sînorî hate kuştin

10 May 2025 19:22
Hengaw; Şemî 10ê Gulana 2025an
Arman Rayzen, kolberê ciwan ê xelkê bajarê Merîwanê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Şemî 10ê Gulana 2025an, Arman Rayzen yê 32 salî û bavê du zarokan û xelkê gundê “Gogce” yê girêdayî Merîwan, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin.
Pêka gotina çavkaniyên Hengawê, Arman Rayzen di dema kolberiyê de digel komek ji kolberan li navçeya sînorî ya “Dûplûre”ya Merîwanê bûye armanca teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê.
Tê gotin ku termê Arman Rayzen piştî vê bûyerê bo nexweşxaneya Merîwanê hatiye veguhastin.
Source: Hengawê Kurdî