Li Pîranşarê 2 kesên din bi tohmetên siyasî hatin girtin

Hengaw: Li bajarê Pîranşarê du kesên din jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.

21 November 2020 19:54


Hengaw: Li bajarê Pîranşarê du kesên din jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.

Li gorî raportên ku gihîştine destê dezgeha mafên mirov ya Hengawê, roja 19 vê mehê welatiyekî xelkê gundê Şênawê yê Pîranşarê bi navê Selîm Şunde ji aliyê îtilaata Pîranşarê ve hat girtin.

Heman rojê welatiyekî din yê xelkê gundê Şînawê bi nave Haşim Muradî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Ji aliyekî din, hêzên îtilaatê şeva 17 vê mehê li gundê Çîyane yê Pîranşarê jî du bira bi navên Farûq Pesopîş û Zahir Pesopîş girtin. 

Şeva 15 vê mehê jî, hêzên îtilaatê li gundê Girgola Jêrîn yê Pîranşarê 4 welatî bi navên Şoriş Ebdullah Nejad, Necme Soxenver, Selah Acî û kurê wî Rehman Acî girtin. Li gundê Şînawê jî du kes bi navên Elî Cola û Îsmaîl Hacî Ebdullah hatin girtin.

Tevahiya kesên ku hatine girtin, bi tohmeta alîgirtî û endamtiya partiyên Kurdistanî yên neyarên Îranê hatine girtin. 

8 kes ji wan kesên ku hatine girtin, derbasî Ormiyê hatine kirin û heta niha jî di bin lêpirsînê de ne.


Di vî warî de zêde bixwînin