Raporek li ser girtina neh welatiyên Kurd ji wan sê zarok li parêzgeha Îlamê
Hengaw; Pêncşemî 19ê Şibata 2026an
Herî kêm neh welatiyên Kurd ji wan sê zarok bi navên Saman Silêmanî, Mucteba Mihemedwelî, Edîb Nezerî, Riza Fêrdusmuqedem, Hemîd Melekî, Elîriza Nezerî, Husên Meqsûdî, Emîrelî Lutfî û Ruhulah Şêxî li bajarên Murmûrî, Asimanava, Dereşar û Avdanan û Çiwar li parêzgeha Îlamê ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihên nediyar hatine veguhastin.
Li gorî raporên ku gihîştine Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, neh welatiyên Kurd ji wan sê zarokên di bin 18 salî de hatine girtin û çarenivîsa wan hîn jî nediyar e. Navên van welatiyane wiha ye:
Girtiyên Avdanan;
Mucteba Mihmedwelî, roja Çarşemî 18ê Şibata 2026an, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin. Hêjayî gotinê ye ku, dosyeya vî welatî ku di meşa tevgera "Jin Jiyan Azad" de li dijî wî hatibû vekirin, hîn jî vekirî ye.
Edîb Nezerî roja Sêşemî 17ê Şibata 2026an, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin.
Hevdem Saman Silêmanî, xortekî xelkê gundê Heftçeşma yê ser bi bajarê Avdananê, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin.
Piştî girtina vî zarokî, di navbera xelkê gundê Heftçeşme û hêzên ewlehî de pevçûn derket. Hêzên hikûmetî ji bo belavkirina girseyê teqe kirin, gaza rondikrêj bikar anîn û ziyan gihandine çendîn trombêlên welatiyan.
Girtiyên Dereşarê;
Du zarok bi navên Husên Meqsûdî û Emîrelî Lutfî, her du jî 15 salî, roja Çarşemî 18ê Şibata 2026an hatin girtin.
Riza Fêrdusîmuqedem ê 35 salî, roja Yekşemî 15ê Şibata 2026an hat girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Girtiyên Çiwar;
Hemîd Melekî, welatiyê 37 salî û xelk Erkewaza Çiwarê, roja Duşemî 16ê Şibata 2026an hat girtin.
Girtiyên Asimanava;
Elîriza Nezerî, zarokê 17 salî û xelkê Asimanava yê ser bi Çerdawilê, roja Çarşemî 18ê Şibata 2026an hate girtin.
Girtiyên Murmûriyê;
Ruhulah Şêxî yê 38 salî, roja Yekşemî 18ê Çileya 2026an hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek derbarê çarenivîsa van welatiyane ber dest nîne.