Rojhilat Di meha Nîsanê da 6 kolber hatine kuştin û 9 kolber jî birîndar bûne

Hengaw- Di mehekê de herî kêm 15 kolber hatine kuştin û birndarkirin.

04 May 2019 22:31

 

Hengaw- Di mehekê de herî kêm 15 kolber hatine kuştin û birndarkirin.

Li gor amarên Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê, ji destpêka meha Nîsanê ve heta niha herî kêm 15 kolber hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gor agahiyan, 6 kolber hatine kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûne.

Amarên Hengawê nîşan dide ku 9 ji wan 15 kolberane bi guleyên rasterast ya rejîma Îranê ve hatine kuştin an birîndarkirin, yek ji kolberan jî bi sedema teqîna mînekê birîndar bûye.

Herwiha di encama bûyerên xwazayî de jî 3 kolbaran jiyana xwe ji dest dane û 2 kesên din jî birîndar bûne.

 


Di vî warî de zêde bixwînin