Şino- Du kolberên kurd ji aliyê hêzên Îranê va hatine birîndarkirin

Hengaw- Du kolberên xelkê Şino li Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên rasterast yê hêzên çekdarên Îranê ve hatine birîndarkirin.

25 May 2019 21:11


Hengaw- Du kolberên xelkê Şino li Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên rasterast yê hêzên çekdarên Îranê ve hatine birîndarkirin.

Li gor agahiyên geheştnî destê Dezgeha Mafê Mirovan a Hengawê roja pênçşemiyê 23ê Gulanê hêzên çekdar yên Îranê li sinorê Şinoyê gule li komek kolberan reşandine û di encamê de du kolber hatine birîndarkirin.

Li gor agahiyan, Ebdulqadir Cesurî xelkê gundê Nelosê û Mela Necmedîn Ispank xelkê gunde Sofiyanê ye di encama gule reşandinê de birîndar bûne.

Herwiha hêzên çekdar çend hespên kolbera kuştine û dest danîne ser barên wan.
 


Di vî warî de zêde bixwînin