Daxuyaniya Saziya Mafê Mirovî ya HENGAWê derbarê şermezarkirina sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî

11 January 2025 19:51

 Hengaw; Şemî 11ê Çileya 2025an

Saziya Mafê Mirovî ya HENGAWê pejirandina sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî, girtiya siyasî ya Kurd, çalakvana mafê jinan û alîkara civakî ji aliyê Dîwana Bilind a Komara Îslamî ya Îranê ve bi tundî şermezar dike. Derçûna vê sizayê dibe sedema henekkirin bi proseyên dadwerî û bingehên navneteweyî yên dadgehkirina dadperwerane wekî wan prensîban ku li Manîfestoya Cîhanî ya Mafê Mirovî (madeya 10 û 11) û Peymana Navdewletî ya Mafê Medenî û Siyasî (madeya 6 û 14) li xwe digire.

Hengaw dide zanîn ku, sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî bo Taya Birêvebirina Sizayan hatiye şandin. Ev kiryare ji bilî rijdbûna Komara Îslamî ya Îranê bo cinayeteke din a hikûmetî, agehdarkirineke cidî derbarê metirsiya nêzîk a cîbicîkirina vê sizayê nemirovane ye.

Pexşan Ezîzî li meşa dadgehîkirineke dûr ji her cure bingeheke dadgekîkirina dadperwerane, bi tohmeta “şoreşa çekdarane” sizayê darvekirinê bi ser de hate sepandin. Eva di halekê de ye ku heta di biryara dadgehê de jî, mînakên encamdana vê tawanê bi çalakiyên Pexşan Ezîzî wekî “fermandeyeke yekîneya leşkerî” ne li axa Îranê yan heta li welatê cîranê Îranê, li Iraqê, belkî di Sûriyê de hatiye navbirin ku bi bê nîşandana ti belgeyek û heta şiroveya çawahiya çalakiyên wê wekî “fermandeya yekîneya leşkerî” bi çalakiyên wê wekî "mamosteya warê jinan û jinnasî û lêkolînên jinan" hatiye îşarekirin, ku bi eşkere ti pêwendiyek bi çalakiyên çekdarî re nîne. Di beşeke din a biryara dadgehê de behsa pêwendiya Pexşan Ezîzî bi malbatên dadxwaz ên xwenîşandanên sala 2022an û vexwandina wan bo berdewamiya dadxwazî wekî nîşaneyek ji encama tawanê hatiye îşarekirin. Ev yeka bi tena serê xwe bes e da ku çawahiya galteyiyek bi navê Dezgeha Dadwerî ya Îranê, ku vexwandin bo dadxwazên qurbanî yên medenî û kuştiyên derveyî yasayî bi destê hikûmetê bi sizayê darvekirinê tê bersivdan.

Çalakiyên sereke yên Pexşan Ezîzî li Sûriyê li warê alîkarîkirin bi kesên rizgarbûyî ji cinayetên DAÎŞê û piştgirîkirin ji tex û qatên lawaz bi rêya çalakiyên xwe re di nav rêxistinên wek "Civaka Hêva Sor a Kurdî" û "Saziya Geşepêdan û Çaksaziya Şems" de bûne, ku di her duyan de jî bi mohleta fermî çalakî kiriye û belgeyên çalakiyên navbirî di van saziyan de radestî dadgehê hatine kirin. Pexşan Ezîzî bi van çalakiyane re, pêbendbûna xwe ya kûr ji bo aştî û prensîbên mirovdostî îsbat kiriye.

Şandina sizayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî ji bo Yekîneya Birêvebirina Sizayan, digel derçûna sizayê bi vî rengî ji bo Wirîşe Muradî, nîşana hewla asayîkirina îdamkirina girtiyên siyasî yên jin bi taybetî jinên Kurd e. Ev kiryare vebîranîna darvekirina Şîrîn Elemholî di sala 2018an de ye, û vegera Komara Îslamî bo hovîtiya dehikên sala 1360î ya Rojî (1981ê Zayînî) û gefeke cidî li ser girtiyên din ên jin e.

Binpêkirina sozên navneteweyî û mafê mirovî

1- Binpêkirina mafê jiyanê:

Şandina vê sizayê bo Yekîneya Birêvebirina Sizayan binpêkirineke eşkere ya madeya 6 a peymana Navdewletî ya Mafê Medenî û Siyasî ye, ku Îran jî yek ji endamê wê ye û dewletan neçar dike ku ji sepandina sizayê darvekirinê di pêvajoya cudatîdanîn ​​yan binpêkarî di bingeha dadgehîkirina dadperwerane de xwe dûr bigirin.

2- Dadgehîkirina nedadperwerane:

Pêvajoya derçûna sizayê darvekirinê ji bo Pexşan Ezîzî tijî ye ji binpêkirinên berbelav, ku di bingehê de bikarbirina destewajeya pêvajoya dadgehîkirinê ji bo vê dosyeyê nemumkin dike:

Destêwerdana saziyên ewlehî di pêvajoya dadwerî de, nebûna lêkolînkirina bê alî ya belgeyan û derçûna siza li ser bingeha tohmetên bê bingeh û nebûna belgeyên pêwîst tenê beşek ji van binpêkirinan in.

Ev sizaye herwisa wêneya eşkere ya siyasetên serkutkarane yên Komara Îslamî ya Îranê li dijî kêmîneyên netewî- etnîkî û jinan û nîşanderê bi sazîbûna cudatiyê di sîstema dadwerî ya Îranê de ye.

Daxwaza Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ji Saziya Navnetewî, dewlet û saziyên mafê mirovî:

1- Em ji Raportêrê Taybet ê Mafê Mirovî di Karûbarê Îranê de dixwazin ku vê dosyeyê wek kareke bilez di destûra karê xwe de bi cih bike.

2- Em ji Komîteya Rastiyan a Saziya Netewên Yekgirtî dixwazin ku bilez belgekirina vê dosyayê di rastaya serkutkirina sîstematîk a Komara Îslamî ya Îranê de lêkolîn bikin.

3- Em ji dewletan dixwazin ku karbidestên dadwerî û ewlehî yên berpirsiyar di dosyeya Pexşan Ezîzî de bixine bin dorpêçên armancdar.

4- Komara Îslamî divê bikeve bin zextên dîplomatîk û navnetewî da ku birêveçûna vê sizayê bilez were rawestan û dosyeya wê cardin bi berçavgirtina pirensîpên dadgehî yên dadperwerane were lêkolînkirin.        

Huşdarî derbarê pêla nû ya darvekirinan di Îranê de

Pêka amarên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama sala borî de, Komara Îslamî ya Îranê herî kêm 901 kes dar vekiriye. Ev amare, nîşanderê bikaranîna sîstematîk ji darvekirinê wek emrazek bo çêkirina tirsê di nava civak û serkuta dijberan de ye.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê huşdariyê dide ku, canê Pexşan Ezîzî di bin metirsiya cidî de ye û birêveçûna sizayê darvekirina wê ya nêzîk dikare bibe destpêkek ji bo vegera praktîkî ya îdamkirina girtiyên siyasî yên jin li Îranê.

Em ji civaka cîhanî dixwazin ku ji ber vê rewşa lezgîn hemû emrazên ku di destê wan de hene ji bo rawestandina vê sizayê bi kar bînin.

Di heman demê de, em ji xelkê Îranê û çalakvanên mafê mirovî dixwazin ku bi dengek bilind li dijî vê bêdadperweriyê nerazîbûna xwe nîşan bidin û ji hemû şêweyên aştiyane bo piştevanîkirin ji Pexşan Ezîzî û girtiyên din ên siyasî di bin metirsiya darvekirinê de sûd wergirin. Yekgirtin û berxwedaniya civaka medenî roleke ektîv ji bo pêşîgirtina karesateke mirovî heye. Niha dema kiryarê ye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin