Girtîgeha Qizilhesar: Neh girtî bi tohmeta endamê DAÎŞê hevdem digel hatina “Donald Trump” bo Rojhilata Navîn hatine darvekirin

10 June 2025 16:59

Hengaw; Sêşemî 10ê Hezîrana 2025an

Sizayê darvekirinê 9 girtî ji wan jineke Belûç ya bi navê Hefîze Belûçzehî û heşt mêr, bi tohmeta endamê girûpa DAÎŞê, hevdem bi serdankirina “Donald Trump” bo Rojhilata Navîn û rakirina dorpêçên li ser hikûmeta Sûriyê, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê bi dizî ve hate birêveçûn. Hemûyê van neh girtiyane ku hatine darvekirin, Kurd û Belûç bûne.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Pêncşemî 15ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina Hefîze Belûçzehî, girtiya jin a 25 salî û xelka Serawana Sîstan û Belûçistanê û 8 girtiyên mêr ku nasnameya wan vê gavê nexuya ye li girtîgeha Qizilhesarê hate birêveçûn. Nûçegihaniya “Mîzan” piştî 35 rojan, roja Şemî 10ê Hezîrana 2025an, û hevdem digel 72emîn hefteya “Kempeyna Sêşemî Na Bo Darvekirinê” û bi bê îşarekirin bi nasnameya wan, ev nûçeye weşandiye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, heşt girtiyên mêr ên ku hatinî darvekirin her hemû Kurd û Belûç bûne û li rêkefa 4ê Gulanê ji girtîgehên dinê bo girtîgeha Qizilhesarê, girtîgeha cihê birêveçûna sizayê darvekirinê hatibûne veguhastin.

Sizayê darvekirina van neh girtiyane di halekê de hatiye birêveçûn ku hemû ji hebûna dawî hevdîtin bi malbatên xwe re hatibûne bêparkirin.

Sizayê darvekirina van girtiyane di demekê de bûye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, di dema rêwîngiya xwe ya bo Rojhilata Navîn de, tevî wajokirina peymanên bazirganiyê yên girîng, li ser daxwaza Erebistana Siûdî sizayên li dijî Demişqê rakirin.

Ev girtiyane berê bi tohmeta “miharibe ji rêya serhildana çekdarane û hilgirtina çekên şer ve” bi darvekirinê hatibûne sizadan û ev sizaye ji aliyê Dîwana Bilind ve hatibû piştrastkirin.

Di vê derheqê de, medyayên hikûmetî ji wan Ajansa Nûçegihaniya Mîzan a ser bi Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê îdia kiribûn ku ev girtiyane, di Şibata 2018an de li herêmên rojavayê Îranê (Kurdistan) hatine girtin û hejmarek cebilxane û çekên şer hatine dîtin û di dawiyê de hatine destbiserdegirtin, ku wan dixwest ji bo "kiryarên terorîstî" bikar bînin.

Hêjayî gotinê ye ku, di Şibata 2018an de, Mihemed Xakpûr, Fermandê Hêzên Bejayî yên Spaha Pasdaran a Îranê derbarê pevçûna di navbera hêzên Biryargeha Necef Eşref û girûpek Selefî de li navçeya “Bemo” ya ser bi bajarê Selasa Bawecanî yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ragihandibû. Di vê pevçûnê de, 3 hêzên Spaha Pasdaran û 5 hêzên aliyê dijber hatin kuştin, û wê demê nûçeya girtina 16 kes ji wan çend hevwelatiyên biyanî hatibû weşandin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin