Bilindbûna hejmara girtiyên hatine darvekirin li girtîgeha Îlamê giha bi çar kesan ku ji wan du jin bûne

04 December 2024 11:03

Hengaw; Çarşemî 4ê Kanûna 2024an

Sizayê darvekirina aliyê kêm çar girtiyên Kurd ji wan du jin, ku berî niha bi tohmeta "kuştina bi qest" bi îdamê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate birêveçûn. Nasnameya wan girtiyan bi Ferîde Ceiferzade, Eliye Kawirîzade, Hesen Hesenbeygî û Ebdulwehab Babaxaniyan bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 3ê Kanûna 2024an, sizayê darvekirina du girtiyên jin ên bi navê Ferîde Ceiferzade ya xelka Îlamê û Eliye Kawirîzade ya xelka Dêhloranê digel Hesen Hesenbeygî yê xelkê Serawa Karzanê û Ebdulwehab Babaxaniyan ê xelkê Bedreyê li girtîgeha navendî ya Îlamê hate birêveçûn.

Hengawê di rapora xwe ya berê de ji birêveçûna sizayê darvekirina zilamek û du jinan belav kiribû ku bi eşkerebûna nasnameya Ebdulwehab Babaxaniyan ê temen 60 salî hejmara girtiyên ku hatine darvekirin giha bi çar kesan.

Ev çar girtiyene berê û di dosyeyên cuda de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmetên kuştina bi zanebûnê bi darvekirinê hatibûne sizadan. Eliye Kawirîzade ya temen 60 salî bi tohmeta kuştina bi qest a hevjînê xwe bi îdamê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina van çar girtiyên Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye   belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin