Girtîgeha Îlam; Birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyan ku ji wan du jin bûne

03 December 2024 16:57

Hengaw; Sêşemî 3ê Kanûna 2024an

Sizayê darvekirina aliyê kêm sê girtiyên Kurd ji wan du jin, ku berî niha bi tohmeta "kuştina bi qest" bi îdamê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate birêveçûn. Nasnameya girtiyekî ku hatiye darvekirin bi "Hesen Hesenbeygî" hatiye ragihandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 3ê Kanûna 2024an, sizayê darvekirina welatiyek Kurd ê bi navê Hesen Hesenbeygî yê xelkê Serway Karzan ê ser bi bajarê Şîrwan û Çeredawlê û du jin ku nasnamya wan di halê lêkolînê de ye, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate birêveçûn.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev sê girtiyene berê û di dosyeyên cuda de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmetên kuştina bi zanebûnê bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Nûçeya darvekirina van sê girtiyên Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye  belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin