Sizayê darvekirina çar girtiyan ji wan du jin li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûna

Hengaw; Yekşemî 16ê Adara 2025an
Sizayê darvekirina 4 girtiyan ji wan du jin ên bi navên Mojgan Azerpîşe û Kewser Qurbanî, Erşed Ferzadbend û Hamid Ferecî ku berê bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 16ê Adara 2025an, sizayê darvekirina Erşed Ferzadbend ê temen 28 salî û welatiyê Kurd û xelkê "Mirgewer"a Urmiyê, Hamid Ferecî yê 28 salî û hevwelatiyê Tirk û xelkê Urmiyê li girtîgeha Deriya ya vî bajarî hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Erşed Ferazbend 3 sal berî niha û Hamid Ferecî 5 sal berî niha bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Herwiha, hevdem digel van du girtiyane sizayê darvekirina du jinên Tirk ên bi navên Mojgan Azerpîşe ya temen 31 salî û xelka Urmiyê û Kewser Qurbanî ya temen 24 salî û xelka Nexedê bi tohmeta "kuştina bi qest" li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn ku Hengawê berê nûçeya vî belav kiribû.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van 4 girtiyan, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.