Canê Pexşan Ezîzî di metirsiyê de ye; Redkirina daxwaza dadgehîkirina dubare ya Pexşan Ezîzî ji aliyê Dîwana Bilind ve

06 February 2025 19:27

Hengaw; Pêncşemî 6ê Şibata 2025an

Daxwaza dadgehîkirina dubare ya sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî ya girtiya siyasî ya Kurd, ji aliyê Taya 9 a Dîwana Bilind a Komara Îslamî ya Îranê ve hate redkirin û bi vî awayî ev girtiya siyasî bi micidî di bin metirsiya darvekirinê de ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, bi redkirina daxwaza dubare ya dadgehîkirina dosyeya Paxşan Ezîzî ya rojnamevan û girtiya siyasî bo navenda Birêvebirina Sizayan hatiye ragihandin û egera cîbicîkirina sizayê darvekirina navbirî zêde ye û canê wê di metirsiyeke micid de ye.

Emîr Reîsiyan, parêzerê Pexşan Ezîzî, bi îşarekirin bi hilweşandina rawestandina sizayê darvekirinê di 1ê Şibatê de gotiye ku Taya 9 a Dîwana Bilind bi sedema wê ku ew pirsgirêkên ku me derbarê siza û meşa dadgehîkirina navbirî îşare pê kiriye ji cura pirsgirêkên bingehîn in û daxwaza dadgehîkirina dubare ya me hatiye redkirin.

Vî parêzerî bi ragihandina wê ku dîsan ew daxwaza dadgehîkirinê dikin, daye zanîn: “Eva di halekê de ye ku girûpa karî ya taybetmendiyên Taya Tawanan a Dîwana Bilin a welat derbarê madeya 474 li Şibata 2024an bi nerîna piraniya dengan ragihand ku lêkolîna beşa 4 a madeya 474 a yasaya olî ya dadgehîkirina tawanan û nasandina wê derbarê tawanbarnebûna kiryara kesî hate sizadan ku bingeha sereke ya daxwaza dadgehîkirina me bûye, yek ji haletên dubare dadgehîkirin e û tayên Dîwana Bilin li cihê pêregihîştin bi dadgehîkirina dubare ji egera eşkerenebûna ti yek ji sê fakterên pêkhîner ên tawan, dikare dadgehîkirina dubare diyarî bike û ev teoriye pêwendiyeke yekalîker bi balkişandina tayên dîwanê re bi berevaniyên bingehîn in ku di daxwaza dadgehîkirina dubare de hatine behskirin”

Berê jî Hengawê bi îşarekirin bi zanyariyên çavkaniyên cihê baweriyê, nivîsîbû: “Nûçeya parehêlana birêveçûna sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî bi ti awayekî rast nîne û belavkirina vê bangewaziyê bi sozên nerast û gefxwarin li welatiyan, bi mebesta rêgirîkirin ji grevgirtina giştî li bajarên Kurdistanê bûye”.

Reîsiyan berê li ser piştrastbûna sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî ji aliyê Taya 39 a Dîwana Bilind ve tekezî kiribû ku: “Di lêkolînan de girîngî bi rexne û kêmasiyan nehatiye danê û ev belgane diselmînin ku dosyeya Pexşan Ezîzî bo sizayê darvekirinê nedibû, û çalakiyên wê li Rojavayê Kurdistanê li kempa avareyên Şengal û kempên din ên avaryên şerê DAÎŞê çalakiyên aştîxwazane bûne ku di bingehê de sedemeke siyasî nebûye û bi mebesta alîkarî û hevkarîkirin bi avareyên êrîşên DAÎŞê bûye û heta niha ti girîngiyek pê re nehatiye danê.”

Pexşan Ezîzî roja Çarşemî 14ê Tebaxa 2024an, bi tohmeta “bexî” bi darvekirinê hatibû sizadan. Ew piştre bi vebûna dosyeyek dinê di Taya Sêyem a Lêpirsîna Dozgeriyê de li girtîgeha Êvînê di bin navê “Çêkirina Alozî li Girtgehê” rû bi rû bû û sizayê 6 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Hêjayî gotinê ye ku, Pexşan Ezîzî 4ê Tebaxa 2023an, li şehreka Xerazî ya Tehranê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatibû girtin. Ev rojnamevana Kurd roja 11 Kanûna 2023an ji benda 209 a girtîgeha Êvînê ya naskirî bi bendîxaneya îdareya Îtilaatê bo benda jinan a Êvînê hatibû veguhastin.

Pexşan Ezîzî 16ê Mijdara 2009an, di kombûna nerazîbûnê ya xwendekarên Kurd ên zanîngeha Tehranê de, li dijî darvekirina girtiyên siyasî li Kurdistanê hatibû girtin û di dawiyê de, roja 19ê Adara heman salê, piştî 4 meh ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî hatibû azadkirin.

Pexşan Ezîzî piştre ji ber zext û gefên berdewam ên saziyên ewlehî yên Îranê ji welatê Îranê çûbû derê û ji bilî lêkolîna li ser rewşa jinan li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, ji bo baştirkirina vê rewşê, hin hewl di warê hevkariya civakî  de  encam  dabûn.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin