Birêveçûna sizayê darvekirina 7 girtiyan li girtîgeha Qizilhesara Kerecê
Hengaw; Çarşemî 13ê Mijdara 2024an
Sizayê darvekirina aliyê kêm 7 girtî ji wan jinek, sê girtiyên Kurd û girtiyekî xelkê Efxanistanê ku berî niha bi tohmetên "kuştina bi qest" û tohmetên pêwendîdar bi “madên hişber” bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê hate birêveçûn. Nasnameya van girtiyan wiha ye, Xalid Tacîk, Ehmed Elîzade, Saman Buzurgî û digel jinek (nasnameya wê nediyar e), Hemze Turkaşwend, Ceifer Restigar û Muhsen Muradî.
Pêka rapora ku gihaye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 13ê Mijdara 2024an, sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên bi navê Muhsên Muradî (Rastguzade) yê xelkê bajarê Nûravayê, Hemze Turkaşwend ê xelkê Kengawerê, Ceifer Restigar ê xelkê Hersînê ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan, li girtîgha Qizilhesarê ya Kerecê hate cîbicîkirin.
Hevdem sê girtiyên mêr ên bi navên Ehmed Elîzade yê temen 26 salî, Xalid Tacîk ê xelkê Efxanistanê, Saman Buzurgî û jinek ku nasnameya wê di halê lêkolînê de ye ku berê hemû bi tohmeta kuştina bi zanebûnê bi îdamê hatibûne sizadan, li vê girtîgehê hatine darvekirin.
Hêjayî gotinê ye ku, Ehmed Elîzade ji şeş sal berî niha ve dema ku temenê wî 20 salî û xwendekar bûye bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.
Sizayê darvekirina navbirî li 27ê Nîsana îsal li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hatibû cîbicîkirin û di demekê de ku tenê 28 çirkeyan bi kindir re hatibû daliqandin, bi daxwaza malbata kesê hatî kuştin înane xwarê û di dawiyê de piştî ku hate ser hişê xwe bo beşa girtîgehê hatibû veguhastin.
Nûçeya darvekirina van girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.