Raporek li ser darvekirina şeş girtiyan ji wan jineke girtî li girtîgehên Kirmaşan, Kirman, Meşhed û Kaşanê
 
            Hengaw; Înê 31ê Cotmeha 2025an
Sizayê darvekirina şeş girtiyan ji wan jineke girtî yên bi navên Seîd Pîrî, Ehmedriza Şerîfî, Saman Dilêrî, Ketayûn Şemsî, Semed Axahusênî û Peyman Rostemî, ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi “madên hişber” û “kuştina bi zanebûn” hatibûn girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Kirmaşan, Kirman, Meşhed û Kaşanê hate cîbicîkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 30ê Cotmeha 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Seîd Pîrî yê xelkê Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate birêveçûn. Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Ji aliyek dinê ve, sibêdeha roja Çarşemî 29ê Cotmeha 2025an, sizayê darvekirina girtiyek bi navê Ehmedriza Şerîfî li girtîgeha navendî ya Kirmanê hate birêveçûn. Li gorî çavkaniyên agehdar, ev girtî berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Di heman dem û rojê de, sizayê darvekirina du girtiyan ku yek ji wan girtiyeke jin bû, yên bi navên Ketayûn Şemsî û Saman Dilêrî, ku berê bi tohmeta kuştina bi zanebûn bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha Wekîlava ya Meşhedê hate birêveçûn.
Ji aliyek dinê ve, sibêdeha roja Yekşemî 26ê Cotmehê, sizayê darvekirina girtiyek bi navê Semed Axahusênî yê 32 salî û xelkê Kaşanê, li girtîgeha Kaşanê hate cîbicîkirin.
Li gorî Saziya Mafê Mirovî ya Îranê, ev girtiye çar sal berî niha bi tohmeta "hilgirtina 70 kîlo şîşe û eroyîn"ê hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.
Her di vê derbarê de, sibêdeha roja Çarşemî 22ê Cotmehê, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Peyman Rostemî yê xelkê Kirmaşanê, ku berê bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Girtîgeha Dîzilava) hate cîbicîkirin.
Nûçeya darvekirina van şeş girtiyane heta dema belavbûna vê raporê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî jî di medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.
 
                                 
                                 
                                 
                                 
                                 
                                 
                                