Daxuyaniya Hengawê derbarê şermezarkirina bi zorê xwendina sirûdên îdolojîkî ji aliyê stranbêjên folklorî yên Kurd ve

29 January 2025 19:46

Hengaw; Çarşemî 29ê Çileya 2025an

Huner û bi taybetî jî mûzîka folklorî, ne tenê beşek ji çanda neteweyekê ye, belkî yek ji girîngtirîn keresteyê derbirîna nasname, berxwedan û dîrokê ye. Mûzîka folklorî ya Kurdî ku koka wê di dîroka têkoşîn û birînên neteweyeke bindest de heye, berdewam bûye dengê birîn, hêvî û berxwedana Kurdan. Her hewlek bo sepandina îdolojiya hikûmetê bi ser vê hunerê de, ne tenê serkutkirina azadiya derbirînê ye, belkî êrîşeke rasterast li ser dîrok, çand û nasnameya Kurdî tê hesibandin.

Neçarkirina stranbêjên folklora Kurdî bo xwendina sirûdên hikûmetî, beşek ji pirojeya rêkxistî ya Komara Îslamî ya Îranê bo jinavbirina nasnameya neteweyî û sepandina wekhevkirina îdeolojîkê di Îranê de ye. Ev kiryarane, berdewamiya wan siyasetane ne ku ji destpêka hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ve hatine meşandin, ji wan qedexekirina zimanê Kurdî li dibistanan, sansorkirina mûzîka Kurdî, serkuta hunermend û nivîskarên Kurd û jinavbirina sembolên çandî yên Kurdistanê.

Li gorî Peymana Navdewletî ya Mafên Medenî û Siyasî (ICCPR) û Peymana Navdewletî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî (ICESCR), ku Îran ji wan welatane ye ku hatiye pabendkirin, her tak û neteweyek, bi taybetî jî ew netewên ku di bin zilma netewî/etnîkî de ne, mafê wan heye ku ziman, çand, huner û dîroka xwe biparêzin û bê neçarkirin û sansorkirinê nîşan bidin; Û sepandina naveroka îdolojîkî bi ser hunermendên Kurd de, binpêkirina eşkere ya van peymanên navdewletî ye û beşek ji siyasetên berbelav ên serkutkirina kultûrî ya dijî netewa Kurd e.

Serkutkirina hunerçendekê, serkutkirina neteweyekê ye

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tekeziyê li ser wê yekê dike ku siyasetên Komara Îslamî ne tenê binpêkirina mafên çandî yên Kurdan e ku digel peymanên navdewletî yên vê hikûmetê di dijayetî de ye; Belkî reşkirin, serkut û çewtkirina nasnameya kultûrî, binpêkirineke eşkere ya madeya 27 a Peymana Navdewletî ya Mafên Medenî û Siyasî ye ku tekeziyê li ser mafê neteweyên bindest ji bo parastina çand, ziman û hunera wan dike. Herwisa li gorî madeya 15 a Peymana Navneteweyî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî, divê her takek civakê bikaribe bi awayekî azad beşdarî di jiyana çandî ya civaka xwe de bike û li jêr zextên hikûmetê bo qebûlkirina kultûreke sepiyayî nebe .

Siyasetên Komara Îslamî ya Îranê li dijî hunermendên Kurd, mînakek ji “jenosayda kultûrî” ye ku armanca wê reşkirina nasnameya Kurdî ji rêya sepandina îdolojiya hikûmetî û rêgirtin ji derbirîna azad a çanda wê netewê ye.

Şermezarkirina serkutkirina Mihemed Şerîfî, stranbêjê Kurd

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, gazîkirina Mihemed Şerîfî, stranbêjê folklora Kurd û xelkê Serdeştê, ji bo îdareya Îtilaatê û neçarkirina wî bo hemû postên wî yên li ser hesaba Instagrama wî derbarê kesayetiyên navdar ên Kurd û neçarkirina wî bi xwendina sirûda “Ey Îranê” bi alaya Komara Îslamî ya Îranê ve şermezar dike.

Hengaw tevî piştevanîkirin ji Mihemed Şerîfî û hemû hunermendên din ên ku rastî zextên bi vî rengî hatine, tekeziyê li ser wê yekê dike ku hewlên bi vî rengî bo reşkirina nasnameya çandî û jinavbirina berxwedana çandî ya xelkê Kurd bê encam dimîne.

Ev kiryare ne tenê serkuta hunermendekî ye, belkî mînakeke eşkere ji siyasetên sîstematîk ên Komara Îslamî ya Îranê bo çewtkirina nasnameya çandî û sepandina vegotina hikûmetê bi ser qada hunerî de ye. Komara Îslamî di halekê de hunermendên Kurd neçar bi belavkirina îdolojiyên xwe dike ku di çendîn dehikên borî de mûzîka folklorî ya Kurdî sansor kiriye û hunermendên di vî warî de serkut û binçav kiriye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin