Çar sal û heşt meh sizayê girtîgehê bi ser Şohre Qemer ya ektera sînemayê de hate sepandin

13 April 2025 16:13

Hengaw; Yekşemî 13ê Nîsana 2025an

Şohre Qemer, ektera sînemayê û welatiya Kurd a rûniştiya bajarê Tehranê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 56 meh girtîgehê hate sizadan. Nabirî berê di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jî 15 meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 13ê Nîsana 2025an, Şohre Qemer, ektera sînemayê ya xelka Sine û rûniştiya bajarê Tehranê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve, bi tohmeta “piştevanîkirin ji dewleta Îsraîlê” 3 sal û 6 meh û bi tohmeta “belavkirina mijarên nerastiyan li piştevanîkirin ji tevgera jin, Jiyan, Azadî û handana raya giştî” bi 14 meh girtîgehê û bi giştî 56 meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Elî Şerîfzade Erdekanî, parêzerê Şohre Qemer, ragihandiye ku li derheq sizayê hatî dayînê daxwza pêdeçûnê hatiye kirin.

Şohre Qemer roja Şemî 5ê Tebaxa 2023an, bi tohmeta “belavkirina mijarên bêrêzkirin di nav torên civakî de”, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin û roja Duşemî 10ê Îlonê, piştî 42 rojan bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî ji beşa 5 a girtîgeha Êvînê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Şohre Qemer berî niha bi hênceta piştevanîkirin ji tevgera Jin Jiyan Azadî, 15 meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin