Birêveçûna rêûresma Newrozê li Karezana Îlamê tevî gef, gazîkirin û rêgirtin ji amadebûna stranbêjan

Hengaw; Înê 11ê Nîsana 2025an
Rêûresma Newrozê li navçeya Karezan a ser bi Îlamê, tevî gazîkirin û gefxwarin ji dehan welatiyan û rêgirtin ji amadebûna du stranbêjan ku ji bo vê rêûresmê hatibûne vexwandin, hate lidarxistin. Di vê rêûresmê de herî kêm welatiyek ku navê wî tê şopandin, hatiye girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 10ê Nîsana 2025an, rêûresma Newrozê li “Karezan”a Îlamê tevî rêgirtin ji aliyê navendên ewlehî ve û gazîkirina dehan çalakvanên Kurd di heyama rojên borî de û herwisa rêgirtina Mesûd Ezîzî û Aram Balikî ji du hunermendên Kurd ku bo rêûresmê hatibûne vexwandin, bi amadebûna hezaran welatiyan hate lidarxistin.
Bi gotina çavkaniyeke agehdar, Ebdulwehab Bexşende, Daxwazkarê Giştî yê Îlamê, sibêdeha Pêncşemî di pêwendiyeke telefonî de digel Mesûd Ezîzî û Aram Balikî, huşdarî dabû wan ku fermana binçavkirina wan hatiye derçûn û ji egera beşdarîkirin di vê rêûresma Newrozê de, dê werine girtin.
Vê çavkaniyê di berdewamiyê de ji Hengawê re ragihandiye: “Îdareya Îtilaatê di heyama du rojên borî de çendîn caran pêwendî bi van du hunermendan re girtiye û ji wan hatiye daxwazkirin ku di rûpelên xwe yên torên civakî de rabigihînin ku rêûresma Newrozê li Karezanê nayê birêveçûn.”
Herwisa beriya birêveçûna vê rêûresmê dehan welatiyên çalak li derheq birêvebirina rêûresmê ji aliyê navendên ewlehî ve hatibûne bangkirin û rastî gefxwarinan hatibûn.
Ji aliyek dinê ve roja borî aliyê kêm welatiyek Kurd li meşa birêveçûna rêûresma Newrozê li Karezanê hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin û çarenivîsa wî nexuya ye. Ev welatiye ji ber lixwekirina cilûbergên Kurd û xemilandî bi alaya Kurdistanê hatiye girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.