Daxuyaniya awarte ya Hengawê li derheq metirsiya darvekirina Hemîd Husênnijad Heyderanlû

19 April 2025 11:09

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê bi awayekî kûr li derbarê metirsiya cidî ya li ser cîbicîkirina sizayê darvekirina Hemîd Husênnijad Heyderanlû, girtiyê siyasî yê Kurd yê xelkê Çaldiranê nîgeraniya xwe nîşan dide.

Li gorî zanyariyên ku ketine destê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, li demjimêrên sibêdeha roja birêveçûna sizayê hatî zanîn, Hemîd Husênnijad Heyderanlû bi bê ti şiroveyeke yasayî û agehiyeke fermî, bo girtîgeha Îtilaata Urmiyê hatiye veguhastin. Pêwendiya wî ya kurt a bin çavdêriyê ya telefonî bi malbata xwe re, bi bê îzna axaftina azad, nîşanderê berdewamiya zextên ewlehî û derûnî yên li ser vî girtiyê siyasî ye.

Ev şêwazên reftarê li rex rawestana ji nişkê ve ya cîbicîkirina sizayê, dubarekirina şêweyekî naskirî ye ku Komara Îslamî li hember gelek girtiyên siyasî bi taybetî girtiyên tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” bi kar aniye: Kêmkirina demkî ya hestiyariyên medyayî û civakî bi rêya paşxistina cîbcîkirina siza û di dawiyê de ji nişkê ve birêvebirina sizayê darvekirinê.

Hengaw bi piştgirêdan bi ezmûnên xwe yên çend sale ji belgekirina darvekiriyan, piştrastkirina nûçeyên derbarê îdamkirin û bêserûşûnkirina neyasayî, huşdariyê dide ku metirsiya bi dizî ve ya cîbicîkirina sizayê îdamkirina Hemîd Husênnijad Heyderanlû û heta bêserûşûnkirina wî jî gelekî micid e. Ev darvekirine ne nîşanê cîbicîkirina dadperweriyê ye, belkî beşek ji siyaseta birêkxistinkirî ya Komara Îslamî ya Îranê ji bo tepeserkirina sîstematîk a Kurdan û girtiyên siyasî ye.

Em ji civaka navneteweyî, saziyên çavdêrî yên navneteweyî, raportêrên taybet ên Neteweyên Yekbûyî, hikûmetên pabend bi prensîbên mafê mirovî, medyayên azad û civaka sivîl a Îranê dixwazin ku:

1- Birêvebirina vê sizayê ne "şêweya ragirtî" ku di halê çavnihêriyê de be bo demeke guncaw a siyasî dabin.

2- Îznê nedin ku zexta raya giştî ya li ser hikûmetê kêm bibe û rengvedana dengê malbata vî girtiyê ku li gel zextên tund ên ewlehiyê amadeyê bêdengiyê nîne were bêdengkirin.

3- Daxwaza rawestandin bilez û bê şert û merc a cîbicîkirina vê sizayê bikin.

4- Tekeziyê li ser mafê vî girtiyê ji destpêregihîştin bi parêzer, pêwendiya ewle bi malbata xwe re û lênihêrîna pizîşkî ya serbixwe bikin.

5- Komara Îslamî ya Îranê li derheq egera binpêkirinên mafê jiyanê û haletên wek îşkence û reftarên nemirovane berpirsyar bizanin.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê

19ê Nîsana 2025an

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin