Nûtirîn rapora Saziya Netewên Yekbûyî: Çewsandina kujer a li dijî Kurd, Belûç û Ereban li Îranê

16 March 2025 22:48

‌Hengaw; Yekşemî 16ê Adara 2025an

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê li rapora vê dawiyê ya “Mai Sato”, Raportêra Taybet a Saziya Netewên Yekbûyî derbarê mafê mirovî li Îranê, pêşwazî dike. Ev rapore ku li sê beşên binpêkirina rêkxistinkirî ya mafê jinan, jinkujî û darvekirinan ku pişt bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê girîdaye, careke din li ser darvekirinên berfireh û armancdar li dijî kêmîneyên netewî\ etnîkî li Îranê tekezî kiriye û nîşan dide ku Komara Îslamî ya Îranê, darvekirinê wekî emrazeke bi armancar bo kuştin, çewsandin û tirsandina rêkxistinkirî, bi taybetî li pêwendî digel Kurdan, Belûç û Ereban sûd werdigire.

Pêka vê raporê ku bi Şêwreya Mafê Mirovî ya Netewên Yekbûyî re hatiye pêşkêşkirin, ji %49 ji girtiyên siyasî yên darvekirî li Îranê di heyama navbera salên 2010 heta 2023an (13 sal), ji kêmîneyên netewî yên Kurd bûne. Herwisa 29 ji sedî ji hevwelatiyên Belûç û 16 ji sedî ji hevwelatiyên Ereb û 6 ji sedî ji vê amarê ji kêmîneyên netewî û pêkhateyên dinê bûne.

Ev amare ku ji belgeyên Hengawê di heyama salên borî de behs jê hatiye kirin, mînakeke eşkere ya tawanên li dijî mirovahiyê ye. Komara Îslamî ya Îranê bi girîngînedan bi bingehên mafê mirovî, ne tenê li ser tepeserkirina sîstematîk a van civakan berdewam e, belkî darvekirinê wekî emrazekê bo jinavbirina nasname, berxwedan û mafê jiyana wan guherandiye.

Hengaw di heyama salên borî de yek ji çavkaniyên sereke yên belgemendsazî û ragihandina rapor li ser darvekirin û tepeserkirina kêmîneyên netewî/etnîkî li Îranê bûye. Ev saziye ku bi sedema destpêregihîştina berfireh bi çavkaniyên meydanî û nûçegihanên serbixwe, rastiyên çewsandin bi duristî û hûrgiliyan ve belgemend kiriye, û çendîn caran hişyarî daye ku Komara Îslamî îdamê wekî emrazeke tepeserkirina sîstematîk bi kar tîne. Rapora nû ya Netewên Yekbûyî tekezîkirinek e li ser wan agehdariyane û belgeyên ku Hengaw pêşkêş dike.

Di vê raporê de herwiha li ser zextên berfireh ên li dijî dijberan, kuştina jinan, binçavkirina serberedayî ya çalakvanên sivîl, azardana malbatên dadxwaz û zêdebûna zext li ser civaka sivîl hatiye îşarekirin. Ev zanyariyane piştrastkirina raporên belgekirî yên Hengawê ne ku Komara Îslamî ya Îranê bi taybetî piştî tevgera Jin Jiyan Azadî çewsandina kêmaniyên netewî/etnîkî zêdetir kiriye.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, li hember berdewamiya darvekirinên armanckirî hişyarî dide, û daxwazê ji Şêwreya Mafê Mirovî ya Netewên Yekbûyî û hemû navendên navneteweyî dike ku ji bo rawestandina van tawanan demûdest bikevine nava tevgerê. Bidarvekirinên berfireh, binpêkirinên sîstematîk ên mafê mirovî û berdewamiya çewsandinan diselmîne ku Komara Îslamî ya Îranê ne tenê nayê rêformkirin, belkî bi awayekî bi qestî siyaseta tinekirina fîzîkî û çandî ya kêmîneyan dişopîne.

Hengaw bi erkê xwe dizane ku li ser belgekirin û eşkerekirina tawanên Komara Îslamî berdewam be û daxwazê ji hemû berevankarên mafê mirovî dike ku di vê rêyê de hevdeng bin. Darvekirin emrazeke tawana dewletî ye û divê bê rawestandin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin