Daxuyaniya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê bi hilkefta roja cîhanî ya Zimanê Dayîkî

22 February 2025 21:53

21ê Şibatê, roja cîhanî ya Zimanê Dayîkî, vebîranîna mafeke bingehîn e ku di belgên navdewletî yên mafê mirovî de bi fermî hatiye naskirin: Mafê her tak û her civakek zimanî ye ku zimanê xwe yê dayîkî biparêze, pêş bixe û veguhezîne, bi bê tirsa ji cudatîdanîn, çewisandin û asîmîlasyona bi zorê.

Mafê zimanî wekî mafek mirovî

Mafê sûdwergirtin ji Zimanê Dayîkî, beşeke cudanekirî ji mafên nasname, azadiya derbirîn, destpêregihîştin bi xwendin û beşdariya çandî ye. Ev mafe di çendîn belgeyên navneteweyî de hatiye tekezîkirin:

Madeya 27 a Peymana Navdewletî ya Mafên Medenî û Siyasiyan: Kêmîneyên zimanî mafê wan e ku ji zimanê xwe sûd wergirin.

Madeya 30 a Konvansiyona Mafên Zarokan: Her zarokek ku ji kêmîneyeke zimanî ye, mafê wê yekê heye ku ji zimanê xwe sûd wergire.

Daxuyaniya mafê gelên resen ên Saziya Netewên Yekbûyî (madeyên 13 û 14): Girîngiyê dide mafê gelan ji bo parsatin, vejandin û xwendin bi zimanê xwe.

Pêşniyarên UNESCO yên li ser cudahiya kultûr û perwerdehiya pirzimanî: Pêwîst e dewlet ji bo piştgirîkirin ji zimanên Dayîkî siyasetekê bikar bînin.

Ev belgeane tekezî li ser wê yekê kirine ku ziman netenê emrazek e bo pêwendîgirtinê, belkî beşek e ji bingeha nasnameya kultûrî, dîrokî û siyasî ya civakên zimanî. Bêparbûn ji vî mafî netenê binpêkirina mafê takekesî ye, belkî dibe sedema pêkhatina rêkxistinkirî ya cudahîdanîn û jinavbirina zêderengiya civakî.

Binpêkirina sîstematîk a mafê zimanan di Îranê de

Îran yek ji wan welatên cîhanê ye ku rûniştiyên wî bi çendîn zimanên cuda diaxivin û xelk bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî, Belûçî, Tirkemenî, Lorî, Gîlekî û hwd dipeyvin. Lê siyasetên Komara Îslamî ya Îranê bi tevahî li dijî mafên mirovî ye û binpêkirina sîstematîk a mafê zimanan wekî beşek ji çewsandina berfireh a nasnameya ji xeynî Farsan girtiye pêşiya xwe.

1- Bêparkirin ji xwandina bi Zimanê Dayîkî

Madeya 15 a yasaya bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê her çiqas îşare bi îmkana bikaranîna zimanên ne Farsî di medyayan de dike, lê perwerdeya fermî li dibistan û zanîngehan tenê bi zimanê Farsî ye. Ev bêparkirinane cudakariyeke sîstematîk e li dijî milyonan zarokên ne Feras ên ku zimanê wan ê dayîkî tê tepisandin yan tê piştguhavêtin. Ev siyasete li dijî mafê perwerdehiya wekhev û cudatînedanîn di destpêregihîştin bi derfetên xwendinê de ye.

2- Çewsandina kutûrî û bi sizanaskirina çalakiyên zimanî

Nivîskar, rojnamevan û çalakvanên çandî ku ji bo pêşxistina Zimanê Dayîkî xebat kirine, bi girtîgehê hatine sizadan û bi tundî hatine serkutkirin.

Astengîçêkirina tund li ser weşana pirtûkan, medyaya serbixwe û berhemên çandî bi zimanên ne-Farsî bûne sedema sansûreke berfireh.

Qedexekirina nefermî li ser tomarkirina navên ne-Farsî ji bo zarokan, şêweyek ji endezyariya nasnameya çandî ye ku armanca wê lawazkirina pêwendiyên zimanî ye.

3- Metirsiya jinavçûna zêderengiya zimanî li Îranê

Siyasetên Komara Îslamî di Îranê de zêderengiya zimanî bi tundî xistiye metirsiyê û hinek ji zimanên adetî yên vî welatî ber bi tinebûnê ve biriye. Kêmbûna piştgiriya navendî, kêmbûna sûdwergirtin di qada giştî de, sînordarkirina belavkirinê û sepandina yekzimanî di sîstema perwerdehiyê de, veguhestina van zimanan di nav nifşan de lawaz kiriye û hêdî hêdî ber bi jibîrkirin û ji holêrakirinê ve biriye.

 Bêpariya zimanî; Şêweyek ji cudatîdanîna rêkxistinkirî

Bêprakirin ji mafê Zimanê Dayîkî tenê mijareke çandî û perwerdeyî nîne, belkî amrazek e ji bo pêkanîna desthilat, lawazkirina nasnameyên ne-Farsî û berdewamkirina cudatîdanînên sîstematîk di Îranê de ye. Paşhatên van siyasetane ev in:

Newekheviya di gihandina derfetên aborî û civakî de: Zarokên ku bi zimanê xwe yê dayîkî perwerdehiyê nabînin, di paşerojê de ji bo bidestxistina derfetên kar û perwerdehiyê bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin.

Çêkirina hesta biyanîbûn û krîza nasnameyê: Sepandina zimanek ji bilî zimanê dayîkî, dibe sedema çêbûna valatî di navbera nifşan de û hesta serşûrî di civakên zimanî de.

Lawazkirina mafê beşdarîkirin di jiyana siyasî û civakî de: Reşkirina zimanên ne-Farsî ji qadên giştî, dibe sedema astengîçêkirin li beşdariya siyasî û civakî ya kêmîneyên zimanî di pêvajoyên biryardanê de.

 Erkên civaka navdewletî û rêxistinên mafê mirovî

Serkuta zimanî di Îranê de mînakek ji qirkirina çandî û binpêkirina sîstematîk a mafê mirovî ye ku nabe ji aliyê civaka navdewletî ve bê paşguhavêtin.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ji hemû saziyên mafê mirovî, saziyên navneteweyî û parêzvanên azadiya derbirînê dixwaze ku:

1- Siyasetên zimanî yên Komara Îslamî wekî mînaka cudahîdanîna nijadî, çandî û zimanî şermezar bikin.

2- Pirsgirêka binpêkirina mafê zimanî di raporên navneteweyî yên li ser rewşa mafê mirovî di Îranê de nîşan bide û tekezî li ser bikin.

3- Piştgiriya tevgerên cemawerî ji bo parastin û pêşvebirina Zimanê Dayîkî li Îranê bikin.

4- Zextê li hikûmet û saziyên navneteweyî bikin ku ji Komara Îslamî daxwaz bikin ku di warê mafê zimanî de bi erkên xwe yên navneteweyî tevbigere.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê li ser wê baweriyê ye ku têkoşîna bo ziman, têkoşîna bo azadiyê ye. Mafê xwendin û sûdwergirtin ji Zimanê Dayîkî, daxwazeke lawaz an heta mijarek çandî nîne; Ev mafekî bingehîn e û beşek ji têkoşîna berfireh a azadî, dadperwerî û wekheviyê ye. Ziman yek ji girîngtirîn emrazên berxwedanê yên li dijî serkuta sîstematîkî ye û berevanîkirin ji Zimanê Dayîkî, berevanî ji mafê nasname û rûmeta mirovahiyê ye.

Xebat ji bo mafê zimanî, beşeke bingehîn a têkoşîna mafê mirovî ye. Em li kêleka hemûyê wan kesane ne ku ji bo parastin û zindîkirina ziman û nasnameya xwe têdikoşin û em ê berdewam bin li ser belgekirin û eşkerekirina siyasetên serkutkarî yên Komara Îslamî.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengaw

21ê Şibata 2025an

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin