Bokan; Simko Yûsifî, mamosteyê zimanê Kurdî careke din hate girtin
Hengaw; Duşemî 8ê Kanûna 2025an
Simko Yûsifî, nivîskar, helbestvan, çalakvanê sivîl û mamosteyê zimanê Kurdî yê xelkê Bokanê, careke din ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tundûtîjiyê hate girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 8ê Kanûna 2025an, Simko Yûsifî, çalakvanê sivîl û jîngehparêz û mamosteyê zimanê Kurdî yê xelkê Bokanê hate girtin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, Simko Yûsifî li yek ji şeqamên bajarê Bokanê bi awayekî hovane hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.
Ew herwiha roja Duşemî 26ê Gulanê 2025an, li encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê li mala wî ya li bajarê Bokanê hatibû girtin û piştî demekê hatibû berdan.
Hêjayî gotinê ye ku, Simko Yûsifî yek ji endamê sereke yê Encumena Jîngehparêzî ya "Jînbanan" a Bokanê ye.