Sine; Girtina Îdrîs Mînberî, mamosteyê xwebexş ê zimanê Kurdî bi mebesta birêvebirina sizayê bi ser de hatî sepandin
Hengaw; Şemî 8ê Mijdara 2025an
Îdrîs Mînberî, mamosteyê zimanê Kurdî û ji endamê Birêveberiya Saziya Sivîl a "Nûjîn"ê bi mebesta birêvebirina sizayê salek girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Sinê hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 8ê Mijdara 2025an, Îdrîs Mînberî ji çalakvanê sivîl û endamê Birêveberiya Saziya Sivîl a "Nûjîn"ê piştî vê ku ji aliyê Navenda Birêvebirina Sizayan a Sineyê ve hatibû gazîkirin, li wir hate girtin û bi mebesta birêvebirina sizayê salek girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Îdrîs Mînberî, roja Sêşemî 4ê Mijdara 2025an, ji aiyê Taya Birêvebirina Sizayan a Dadgeha Sinê ve hatbû gazîkirin û jê re hatibû ragihandin ku, divê ew roja Şemî 8ê Mijdarê bo birêvebirina sizayê xwe yê girtîgehê li vê tayê were amadebûn.
Îdrîs Mînberî, li Mijdara 2024an piştî hilweşîna sizayê deh sal girtîgeha wî ji aliyê Dadageha Pêdeçûnê ve û şandina dosyeya wî bo taya hevast, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek girtîgeha "sepiyayî" û salek girtîgeha "ragirtî" bo heyama sê salan, û bi giştî du sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.
Ev çalakvanê medenî û mamosteyê zimanê Kurdî li meha Mijdara 2023an digel Sirwe Pûrmihemedî ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Sinê ve, her yek ji wan bi deh sal girtîgehê hatibûne sizadan ku ev sizaye ji aliyê Dadgeha Pêdeçûnê ve hatibû hilweşandin û dosyeya wî dubare bo Dadageha Şoreş a Sinê hatibû şandin.
Îdrîs Mînberî berî niha jî, ji aliyê Taya 106 a Dadgeha Keyferî ya Du ya vî bajarî ve bi serokatiya "Behmen Umîdzade" bi tohmeta "têkdana asayişa giştî" bi salek girtîgeha teizîrî û bi hesabkirina rojên berê yên girtîgehê û digel dûrxistin bo girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê û herwiha 40 derbên qamçiyan ên pileya 6 hatibû sizadan.
Navbirî roja Yekşemî 18ê Kanûna 2022an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û roja Yekşemî 29ê Çileya 2023an, piştî 43 roj binçavkirinê, bi danîna barimteya yek milyard Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.
Hêjayî gotinê ye ku, ev çalakvanê medenî berê jî li roja Pêncşemî 23ê Gulana 2019an, li êrîşa hêzên îdareya Îtilaata Sinê hevdem digel du endamên dinê yên Saziya Nûjînê hatibû girtin.