Bangawazî bo mangirtina giştî li dijî serkut û tundûtîjiyê li Kurdistanê û ji bo piştgiriya daxwazên xwenîşanderan li Îranê

07 January 2026 08:59

Di roja dehemîn a nerazîbûnên girseyî de li seranserê Îranê, bi taybetî li deverên Kurdistanê, em li dijî komara tawanbar a Komara Îslamî ya Îranê ne. Di van rojan de nerazîbûn gihîştine lûtkeyê û rewşê form û şêwazekî taybet bi xwe ve girtiye. Komara Îslamî mîna şêwaza hertimî ya serkutkirina xwe, careke din dest bi kiryarên serkutkirinê kiriye, bi taybetî li deverên perawêz.

Komara Îslamî pêşîneya 47 saliya ya binpêkirina sîstematîk a mafên mirovan û di hin haletan de tawanên li dijî mirovahiyê li hemberî komên civakî yên cur bi cur, bi taybetî kêmîneyên siyasî, olî û neteweyî/etnîkî heye. Jin bi bêmafiya temam ji civakê hatin cudakirin û civaka kêmîneyên zayendî û cinsiyetî bi tawan hatine nasîn.

Komara Îslamî hikûmetek nerewa ye ku bi rêya siyasetên cudakariya sîstematîk, binpêkirina sîstematîk a mafên mirovan, zextên berfireh ên siyasî û civakî û berfirehbûna dijwar a hejariya aborî, heta niha kariye pêgehên xwe biparêze.

Lê beşên mezin ên xelkê di tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" de û piştî kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî, nîşan dan ku gihîştine pêgihiştina siyasî. "Jin, Jiyan, Azadî" netenê îdeolojiyeke siyasî ye, belkî beriya her tiştî dakokî ji mafên destpêkî di bin siya berevanî ji mafên kêmîneyên bindest, nirxdan jiyanê û hewldana ji bo rizgariya ji her cure zilm û zorê ye.

Bi zêdebûna nerazîbûnan û belavbûna bangawaziya partiyên Kurdistanî ji bo mangirtinê di roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an de, Hengaw tevî nîşandana yekgirtinê digel hemû xelkê nerazî li Îranê û herwiha hevxemiya digel xelkê Îlam, Kirmaşan û Loristanê ji ber encamdana tawanên li dijî mirovahiyê di çend rojên borî de li vê deverê, ji hemû xelkê Îranê û bi taybetî ji xelkê Kurdistanê daxwaz dike ku piştgiriyê li xelkê Îlam, Kirmaşan û Loristanê bikin ku di bin zextê de ne.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengaw

7ê Çileya 2026an

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin