Encamdana tawanên dijî mirovahiyê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve û daxwaza lezgîn a Hengawê ji civaka navneteweyî

14 January 2026 10:01

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, li gorî şopandin û zanyariyên meydanî û belgeyên bawerpêkirî yên ku ji çavkaniyên serbixwe gihîştine dest, radigihîne ku şêwaza wê serkuta ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve di meşa nerazîbûnên seranserî yên sala 2026an de hatiye bikaranîn, hilgirê hêmanên zelal û cur bi cur ên "tawana dijî mirovahiyê" li gorî yasayên navneteweyî û peyrewa navxweyî ya Dadgeha Tawanan a Navneteweyî ye.

Şopandinên Hengawê nîşan didin ku hêzên hikûmetê, bi piştevaniya siyaseta serkutê ya hevdem, berfireh û sîstematîk, dest avêtine bi kiryarên wekî: kuştina bi qestî ya xwenîşanderên sivîl – di nav de zarok –, bikaranîna hêza kujer û berfireh, birêvebirina dadgehên demildest, girtina berfireh û serberedayî, û mîlîtarîzekirin û leşkerîkirina cihên giştî yên bajar bi mebesta çêkirina tirs û diltengiya giştî. Raporên cur bi cur û wekhev îşareyê bi rûdana kuştina bikom a xwenîşanderan li herêmên ciyawaz ên Îranê dikin. Hengaw piştrast dike ku di nerazîbûnên vê dawiyê de zêdetirî 2500 kes li seranserê Îranê hatine kuştin. Tîma Hengawê rojane mijûlî piştrastkirina nasname û belavkirina navên cangoriyan e. Heta niha nasnameya 80 kesî ji welatiyên ku hatine kuştin, piştî piştrastkirina dawî ji aliyê tîma Hengawê ve, li platformên ciyawaz ên Hengawê hatine tomarkirin û belavkirin.

Di vê çarçoveyê de, zanyariyên bi belge nîşan didin ku hêzên hikûmetî êrîşî navendên tendirustiyê jî kirine. Dorpêçkirin û êrîşkirina ser nexweşxaneyan, di nav de li Îlam û Tehranê, binpêkirina eşkere ya yasayên mirovî yên navneteweyî û bêparkirina bi qestî ya birîndaran ji destpêregihîştin bi çareseriya pizîşkî ye; karek ku bi xwe wekî beşek ji tawana dijî mirovahiyê tê hesibandin.

Hevdem, Komara Îslamî bi qutkirina temamî ya înternetê û sînordarkirina tund a pêwendiyên telefonî, ku heta dema belavkirina vê daxuyaniyê ketiye pêncemîn roja li pey hev, bi awayekî agehdarane û armanckirî rêya gihîştina hevwelatiyan bi zanyarî û pêwendiya azad girtiye. Ev karê ku pêşîneya wê hebûye, nîşanderê hewldana sîstematîk a hikûmetê ye ji bo veşartina rehendên rastîn ên tawanan û rêgirtin ji çavdêrî û lêpirsîna navneteweyî.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tekezî dike, di demekê de ku dewletek bi eşkere û berdewam dest bavêje bi kuştina berfireh û bi qestî ya hevwelatiyên sivîl, erkê civaka navneteweyî ye ku prensîpa "Berpirsiyariya Parastinê" (Responsibility to Protect – R2P) bi kar bîne.

Hengaw rohnî dike ku di rewşeke wiha de, tenê zextên dîplomasî û siyasî têrê nakin, belkî divê civaka navneteweyî hemû emrazên rewa yên pêşbînîkirî di yasayên navneteweyî de, ji wan rêkara zorê ya pabendker li gorî Mîsaqa Neteweyên Yekbûyî, li ber çavan bigire; ew rêkarên ku mebesta wan nedestêwerdana siyasî, belkî parastina lezgîn û bibandor a canê sivîlan û rawestandina kuştina berfireh e.

Hengaw daxwazê ji Birîtaniya û Yekîtiya Ewropayê dike ku wekî yekem gava kirdarî, bi bangkirina balyozên xwe yên li Tehranê û nizmkirina asta pêwendiyên dîplomasî, peyameke zelal bişînine derbarê qebûlnekirina berdewamiya tawana dijî mirovahiyê û bidawîanîna parêzbendiya siyasî ya Komara Îslamî. Karekî wiha kêmtirîn berteka berpirsiyarane ya civaka navneteweyî ye li hemberî hikûmetekê ku bi awayekî sîstematîk prensîpên bingehîn ên yasayên navneteweyî binpê kirine.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin