Nameya servekirî ya 17 saziyên mafê mirovî ji hikûmeta Federal a Alman, parlemana Ewropa û Saziya Neteweyên Yekbûyî re bi mebesta rizgarkirina canê Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî

Li nameyek servekirî ya bo hikûmeta Federal a Alman, parlemana Ewropa û navendên mafê mirovî yên Neteweyên Yekbûyî, bi pêşengiya Saziya Mafê Mirovî ya “Hawar Help”ê, û digel 16 saziyên din ên navneteweyî ji wan Saziya Mafê Mirovî ya HENGAW, “Adopt A Revolution”, Saziya Behayiyan li Almanê, Şêwreya Jinan a Almanê, “EU Watch”, Civaka Navneteweyî ya Ji Bo Mafê Mirovan, “Kabul Luftbrücke”, Civaka Kurdan li Almanê, “LeaveNo One Behind”, Damezraweya Nargis, “Ver.di Jugend”, Kempeyna Lihemberderketin Li Dijî Darvekirinê, “Resqship e.V.”, “Sea-Eye e. V.”, “Sea-Watch e.V.”, “Mahnwache Köln e. V.” bi awayekî awirte derbarê metirsiya darvekirin û rizgarkirina canê du jinên girtî yên çalakvanên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî ji ber hewlên wan ên mirovî huşdarî dane û daxwaza kiryareke cidî kirine.
Nameya servekirî
Ji bo mafê jiyanê: Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî nabe bêne darvekirin!
Ji bo dewleta Fedral a Alman, parlemana Ewropa û Saziyên Mafê Mirovî yên Saziya Neteweyên Yekbûyî
Em vê nameyê bi xemgînî û lezgînî bo jdewleta Federal a Alman, parlemana Ewropa û saziyên mafê mirovî yên Neteweyên Yekbûyî dişînin. Du jinên Kurd ên bi navên Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî li Îranê bi darvekirinê hatine sizadan. Tohmeta wan jinan, têkoşîn bo dadperwerî û mafê mirovî ye. Ev sizaye netenê jiyana wan kiriye armanc, belkî binpêkirina mafê jinan, kêmîneyên etnîkî û çalakvanên li seranserê cîhanê ye.
Pexşan Ezîzî wekî alîkara civakî li Rojavayê çalakî dikir û piştgirî dida wan jin û keçên ku ji destê DAÎŞê reviyabûn. Wirîşe Muradî li Kobanê li dijî DAÎŞê şer kiribû û bi vê rêyê ve hevkariya asayişa me li Ewropayê kiriye.
Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî bi awayekî cihgir nûnertiya gelek mêr û jinên wêrek ên Îranê dikin ku ji bo azadî û dadperweriyê xebat kirine û di vê rêyê de metirsiyên kesî yên ku nayêne çavnihêrkirin bi can kirîne.Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî sîstematîk sizayê darvekirinê wekî emrazekê bo çewsandin û girtina dengê neyarên xwe sûd wergirtiye; Pêvajoyek ku divê ji aliyê civaka navneteweyî ve bê berçavgirtin û şermezar bikin.
Em di cîhaneke bihevregirêdayî de dijîn; Cihek ku her dengek nirxdar e û bêdengî nabe alternatîf. Erkê me yê exlaqî û siyasî ye ku em li Pexşan û Wirîşeyê xwedî derkevin. Bi parastina wan, em piştgirî didin mafê mirovî yê cîhanekê ku me hemûyan diparêze.
Em wekî beşek ji civaka navneteweyî û wek hevwelatiyên welatekî demokratîk ku pêbendê mafê mirovî ye, divê em rê nedin ku ev nedadperweriye bê nebihîstin.
Em daxwazê dikin:
Divê dewleta Fedral a Alman û Yekîtiya Ewropa hemû rêyên dîplomatîk bikar bînin da ku sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî bê rawestandin.
Saziya Neteweyên Yekbûyî divê bi lezgînî daxwazê ji berpirsên Îranê bikin ku rêz ji standardên navdewletî yên mafê mirovî bigirin û sizayê darvekirinê hilweşînin.
Civaka Medenî: Tevlî vê bangewaz û daxwazkariyê bibin; Li dijî zilma li Îranê hevdengî û helwestê nîşan bidin.
Em dixwazin peyameke zelal bidine Pexşan, Wirîşe û hevwelatiyên netirs û wêrek li Îranê, dema ku jiyan di metirsiyê de ye, cîhan bêdeng namîne.
Adpot a Revolution
Bahá’í-Gemeinde in Deutschland K.d.ö.R.
Deutscher Frauenrat
EU Watch
HÁWAR.help
Hengaw
Internationale Gesellschaft für Menschenrechte (IGFM) – Deutsche Sektion e.V.
Kabul Luftbrücke
Kurdische Gemeinde Deutschland e.V.
LeaveNoOneBehind
Narges Foundation
No to Execution, Yes to Free Life
Resqship e.V.
Sea-Eye e. V.
Sea-Watch e.V.
Stimmen der Solidarität – Mahnwache Köln e. V.
Ver.di Jugend