Helmeta hilweşandina sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî bi beşdariya dehan çalakvanên medenî li navxweyê Îranê
Hengaw; Pêncşemî 12ê Kanûna 2024an
Di vê dawiyê de zêdetirî 300 kes ji çalakvanên mafê jinan, kedkar, mamoste û herwisa xanenişînan dest avêtine bi kempeynekê û daxwaza hilweşandina bilez a sizayê darvekirina girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî kirine.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya mafê Mirovî ya Hengawê, bi dehan çalakvanên warê cuda yên civakî û sendîkayî bi wajokirina daxwaznameyekê tekezî li ser pêwîstiya hilweşandina sizayê îdamkirina Pexşan Ezîzî kirine û nivîsîne ku “ew bi tohmeta çalakiyên xwebexş û mirovî di nav avareyên şerê DAIŞê de hatiye girtin û bi bexî û darvekirinê hatiye sizadan”.
Wajokeran bi îşarekirin bi gotinên parêzerê Pexşan Ezîzî derbarê vê ku “bilez darxistin”a dosyeya wê di Dîwana Bilind a welat de, metirsiya li ser darvekirina Pexşan Ezîzî bi cidî dane zanîn.
Wan tekezî kirine: “Em wajokerê vê daxwaznameyê, daxwaza hilweşîna bilez a sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî dikin û em ji hemûyan dixwazin ku ji bo rizgarkirina canê wê, hevdeng bin”.
Pexşan Ezîzî, zêdetirî 155 roj e ji mafê hevdîtina bi malbat û parêzerê xwe re li girtîgeha Êvînê hatiye bêparkirin. Ew heta navîna Cotmehê ji mafê pêwendiya telefonî jî hatibû bêparkirin.
Di vê dawiyê de Emîr Reîsiyan û Maziyar Tatayî, parêzerên Pexşan Ezîzî ji bihîstina “nûçeyên xweş” li ser egera hilweşandina tohmeta bexî û sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî dabûne zanîn û herwisa dabûne zanîn ku pêvajoya dosyeyê li Dîwana Bilind bilez e û egera guhnedana bi belgeyên hatinî şandin re heye.
Pexşan Ezîzî roja Çarşemî 14ê Tebaxa 2024an, bi tohmeta “bexî” bi darvekirinê hatibû sizadan. Ew piştre bi vebûna dosyeyek dinê di Taya Sêyem a Lêpirsîna Dozgeriyê li Êvînê di bin navê “Çêkirina Alozî li Girtgehê” rû bi rû bû û 6 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Hêjayî gotinê ye ku, Pexşan Ezîzî 4ê Tebaxa 2023an, li şehreka Xerazî ya Tehranê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatibû girtin. Ev rojnamevana Kurd roja 11 Kanûna 2023an ji benda 209 a girtîgeha Êvînê ya naskirî bi bendîxaneya îdareya Îtilaatê bo benda jinan a Êvînê hatibû veguhastin.
Pexşan Ezîzî 16ê Mijdara 2009an, di kombûna nerazîbûnê ya xwendekarên Kurd ên zanîngeha Tehranê de, li dijî darvekirina girtiyên siyasî li Kurdistanê hatibû girtin û di dawiyê de, roja 19ê Adara heman salê, piştî 4 meh ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî hatibû azadkirin.
Pexşan Ezîzî piştre ji ber zext û gefên berdewam ên saziyên ewlehî yên Îranê ji welatê Îranê çûbû derê û ji bilî lêkolîna li ser rewşa jinan li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, ji bo baştirkirina vê rewşê, hin hewl di warê hevkariya civakî de encam dabûn.