Bangewazî bo grevgirtina giştî li dijî sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî

20 January 2025 22:37

Hengaw; Duşemî 20ê Çileya 2025an

Derçûna sizayê darvekirinê bo Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî, du girtiyên siyasî yên Kurd, tevî propagendeya berfireh ya Komara Îslamî ya Îranê li dijî girtiyên siyasî yên Kurd, nemirovane û cihê nîgeraniyê ye.

Ji bo şermezarkirin û nîşandana nerazîbûnê li dijî vê sizayê, şeş partiyên Kurdistana Îranê bangewaziyek bo greva giştî bi mebesta pêşîgirtin bi cîbicîkirina vê sizayê nemirovane belav kirine. Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tevî piştevanîkirin ji vê çalakiya medenî, ji xelkê Kurdistanê dixwaze ku bi amadebûna berfireh a xwe di vê girevgirtinê de, dengê xwe yê nerazî li dijî vê sizayê nedadperwerane bilind bikin.

Ev grevgirtine tenê nîşandana nerazîbûnê li hember sizayê darvekirina van du jinên Kurd nîne; Belkî pêngavek e ji bo hemberderketin li dijî pêla berfireh a darvekirinan li seranserê Îranê. Ger Kurdistan di vê xebatê de bi tenê neyê hiştin, dikare rêyekê ji bo rawestandina tisunamiya mirinê vebike.

Çarşemî 22ê Çileya 2025an, roja gireva giştî ye, derfetek e ji bo rawestan li hemberî vê sizayê darvekirinê û rizgarkirina canê Pexşan û Wirîşeyê.

Hengaw ji civaka medenî ya Îranê û saziyên navnetewî dixwaze ku ji xeynî rengvedanek li derheq bangewaziyê, tedbîreke praktîkî jî bi mebesta ragirtina birêveçûna vê sizayê bigirine pêş xwe. Niha dema kiryara bilez û bi bandor e.

Pêka amarên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, tenê di sala 2024an de zêdetirî 900 girtî li Îranê hatine darvekirin ku 183 kes ji wan Kurd bûne; Herwisa 30 kes ji wan darvekiriyan jin bûne, ku amara jinên hatinî darvekirin li Îranê, bi taybetî di navbera kêmîneyên netewî- etnîkî de, nîşanderê krîzeke cidî ye.

Darvekirinê rawestînin!

Dengê nerazîbûnê bilindtir bikin!

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin