Daxuyaniya “Platforma Saziyên Medenî Bo Çavdêriya Mafê Mirovên Kurd li Îranê”

31 July 2024 10:39

Hengaw; Çarşemî 31ê Tîrmeha 2024an

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê û pênc saziyên din ên medenî û mafê mirovî yên çalak li Kurdistanê bi belavkirina daxuyaniyeke hevbeş, “Platforma Saziyên Medenî Bo Çavdêriya Mafê Mirovên Kurd li Îranê” ragihandin.

Deqa tevahiya daxuyaniyê wiha ye:

Daxuyaniya ragihandina “Platforma Saziyên Medenî Bo Çavdêriya Mafê Mirovên Kurd li Îranê”

Hevwelatiyên rêzdar
Çalakvanên mafê mirovî

Bi kêfxweşî ve em nûçeya damezrandina “Platforma Saziyên Medenî Bo Çavdêriya Mafê Mirovên Kurd li Îranê” ji we re radigihînin. 

Ev hevpeymaniye ji aliyê şeş saziyên çalak ên warê mafê mirovî ve, bi sehkirin bi berpirsayetiya vê qonaxa hestiyar hatiye avakirin. Ev saziyane pêkhatine ji: 

- Saziya Cîhana Kurd
- Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê
- Saziya Mafê Mirovî ya Hanayê
- Kurdistan Trîbonal
- Navenda Peyamnêrên Mafê Mirovî ya Kurdistanê
- Navenda Mafê Mirovî ya Zagrosê

Ev saziyane ji bo gihîştin bi armancên platformê, çi ji destê wan bê dê bikin ku ev jî pêkhatine ji:

1- Hesankirina pêwendî û hevkarî di navbera saziyên çalak ên mafê mirovî de ji bo pêşxistina mafê mirovên Kurd li Îranê
2- Lihemberderketin li dijî binpêkariyên mafê mirovî û alîkarîkirina qurbaniyên binpêkariyan.
3- Gihandina rapor û belgên binpêkariyên mafê mirovî bo navendên cîhanî û dadgehên navdewletî.
4- Rakêşana piştgirî bo çareseriya doza Kurd di Îranê de

Platforma hevkariyê daxwaza hevkarî û piştevaniya hemû çalakvan, saziyên civaka sivîl û civaka cîhanî bo lihemberderketin li dijî binpêkarî û parastina mafê mirovên Kurd li Îranê dike.

Herwiha daxwazê ji qurbaniyên binpêkariyan dike ku bi gihandina belgên şahidîdanê, hevkariyê bikin ji bo tedbîrên pêwîst li dijî tawan û tawankaran.

30ê Tîrmeha 2024an

 


Di vî warî de zêde bixwînin