Daxuyaniya Hengawê derheq sepandina sizayê darvekirinê bi ser Pêjman Sultanî de

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê sepandina sizayê darvekirinê bi ser Pêjman Sultanî yê çalakvanê Kurd û girtiyê tevgera Jin, Jiyan, Azadî li Bokanê bi tundî şermezar dike û daxwaz ji civaka medenî ya Îran û Kurdistanê û civaka navdewletî dike ku bibine dengê vî girtiyê siyasî.
Pêjman Sultanî yê 32 salî û xelkê Bokanê, yek ji neraziyê tevgera Jin Jiyan Azadî ye ku bi bê destpêregihîştin bi ti astek ji dadgehîkirina dadperwerane û heta bi bê berçavgirtina kêmtirîn yasayên xwedê Komara Îslamî û li encama zextên navendên ewlehî ji wan Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê, sizayê darvekirinê bi ser de hatiye sepandin.
Pêjman Sultanî bi bê dadgehîkirin û pîvanên dadgehîkirineke dadperwerane ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatiye sizadan. Ev sizaye binpêkirineke eşkere ya bingehîn a mafê mirovî û sozên navneteweyî yên hikûmeta Îranê ye. Her lewma Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê daxwaza hilweşandina sizayê hatî danê ji aliyê Dadgeha Tawanan a taybet bi ciwanên Urmiyê ve dike û daxwaza dubare dadgehîkirina navbirî li dadgeheke dadperwerane dike.
Li gorî lipeyketinên amarî û lêkolîna Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sizayê darvekirinê li Îranê bi taybetî di dosyeyên siyasî de û heta li pêwendî digel tawanên giştî jî, emrazek e ji bo tepeserkirin û tirsê. Mafê jiyanê, mafê herî bingehîn ê mirovî ye û ti hikûmetek nikare vî sizayî wekî emrazekê ji bo matkirina dengê neraziyan û tepeserkirina civakê bi kar bîne.
Pêjman Sultanî roja Şemî 15ê Nîsana 2023an, li cihê karê xwe ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha vê navenda ewlehî li Urmiyê hatibû veguhastin. Navbirî bo heyama çar mehan di odeya takekesî de rastî îşkenceyên herî giran hatibû û neçar bi îtirafa bi zorî li dijî xwe hatibû.
Hêjayî gotinê ye ku, ev girtiyê siyasî di heyama girtinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û heta mafê hevdîtina digel malbata xwe hatibû bêparkirin.