Birêveçûna sizayê darvekirina Talib Hicretîpûr li girtîgeha navendî ya Sine

Hanegaw; Duşemî 6ê Cotmeha 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Talib Hicretîpûr ku berî niha bi tohmeta "kuştina bi qest" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Sine hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Henegawê, sibêdeha roja Duşemî 6ê Cotmeha 2025an, sizayê darvekirina Talib Hicretîpûr ê temen 40 salî û xelkê bajarê Merîwanê li girtîgeha navendî ya Sine hate cîbicîkirin.
Ev girtiyê Kurd nêzî 10 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Talib Hicretîpûr berî niha jî, ji bo birêveçûna sizayê darvekirinê bo odeya takekeî hatibû veguhastin û careke din bo beşa giştî ya girtîgehê hatibû vegerandin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetî nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.