Eşkerebûna nasnameya du girtiyên din ji pênc girtiyên ku li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hatine darvekirin

Hengaw; Pêncşemî 15ê Cotmeha 2025
Bi eşkerebûna nasnameya du girtiyên din ên Kurd ên bi navên Bîjen Qeharî yê xelkê Îsla Şabadê û Areş Mêhrî yê xelkê Kirmaşanê, ku sizayê darvekirina wan li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hatiye birêveçûn, heta niha nasnameya sê kes ji wan pênc girtiyên ku li vê girtîgehê hatine darvekirin hatiye eşkerekirin. Berî niha nasnameya girtiyekî din ê bi navê Şehram Çenanî yê xelkê Kirmaşanê hatibû eşkerekirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 14ê Cotmeha 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên bi navên Bîjen Qeharî, xelkê gundê "Kemezer" ê ser bi bajarê Şabadê û bavê zarokekî û Areş Mêhrî yê xelkê Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev her du girtî berê bi tohmeta "kuştina bi zanebûnê" hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Berê, Hengawê nûçeya darvekirina girtiyekî din ê xelkê Kirmaşanê yê bi navê Şehram Çenanî ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan, di heman rojê de li vê girtîgehê belavkiribû.
Li gorî heman raporê, di vê rojê de li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê bi giştî pênc girtî hatine darvekirin ku nasnameya du ji wan hîn jî di halê vekolînê de ye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van girtiyan di medyayên hikûmetî nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.