Hejmara girtiyên hatinî darvekirin li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê giha bi 2 kesan

Hengaw; Sêşemî 7ê Cotmeha 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Erselan Xanî, ku berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dîzilava) hate birêveçûn. Hengaw berê nûçeya darvekirina girtiyekî din di heman girtîgehê de belavkiribû.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 7ê Cotmeha 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Erselan Xanî li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dîzilava) hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd berê bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Hengawê berê nûçeya darvekirina girtiyekî din ê Kurd ê bi navê Qasim Secadî yê 27 salî û xelkê Kirmaşanê li vê girtîgehê belavkiribû. Qasim Secadî çar sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van girtiyên Kurd di medyayên hikûmetî nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.