Birêveçûna sizayê darvekirina Hafiz Rehmetî û Humayûn Seferî li girtîgehên Xuremava û Îlamê

12 October 2025 12:05

Hengaw; Yekşemî 12ê Cotmeha 2025an

Sizayê darvekirina du girtiyên Lor û Kurd ên bi navên Hafiz Rehmetî û Humayûn Seferî ku berî niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûnê" bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Xuremava û Îlamê hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 11ê Cotmeha 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Lor ê bi navê Hafiz Rehmetî yê xelkê Xuremavayê li girtîgeha navendî ya Xuremavayê hate cîbicîkirin. Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtî berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Hevdem di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi nave Humayûn Seferî yê xelkê bajarê Îlamê li girtîgeha navendî ya Îlamê hate birêveçûn. Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtî berê bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van her du girtiyan di medyayên hikûmetî nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin