Birêveçûna sizayê darvekirina Qenber Mergan ê welatiyê Kurd li girtîgeha navendî ya Îsferaynê

14 October 2025 22:35

Hengaw; Sêşemî 14ê Cotmeha 2025an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Qenber (Imad) Mergan ku berî niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûnê" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Îsferaynê yê ser bi parêzega Xurasana bakur hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 14ê Cotmeha 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Qenber Mergan ê temen 26 salî û xelkê gundê Sûst a ser bi bajarê Îsferaynê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate cîbicîkirin.

Ev girtiyê Kurd sê sal berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetî nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin