Rapora Hengawê li ser birêveçûna sizayê darvekirina 12 girtiyan li girtîgehên navendî û Qizilhesara Kerecê di rojekê de

11 October 2025 14:29

Hengaw; Şemî 11ê Cotmeha 2025an

Sizayê darvekirina 12 girtiyan ku sê kes ji wan girtiyên Kurd in, ên bi navê Mubîn Serwerî, Mehmûd Welî Îlahî, Ehmed Mihemedî, Sîna Mihemedî, Hemze Sakî, Hesen Zarih, Pêdram (paşnavê wî nediyar e), Mîlad Yarî, Arman Kakawend, Behmen Şahhusênî, Elî Seîdzade Fehîmî û Mesûd Melekî ku berî niha ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "kuştina bi qest" û "tohmetên pêwendîdar bi madên hişber" bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Qezilhesar a Kerecê hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 8ê Cotmeha 2025an, heft girtiyên bi navên Mîlad Yarî û Arman Kakawend ên temen 32 salî û her du jî welatiyên Kurd ên xelkê Nûrava yê ser bi Loristanê, Behmen Şahhusênî, Elî Seîdzade Fehîmî, Ehmed Mihemedî, Hemze Sakî û Hesen Zarih, li girtîgeha Qizilhesarê Kerecê hatine darvekirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Behmen Şahhusênî, Elî Seîdzade Fehîmî, Ehmed Mihemedî, Hemze Sakî û Hesen Zarih berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, Mîlad Yarî û Arman Kakawend jî şeş sal berê di dosyeyeke hevbeş de bi heman tohmetê hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Hevdem di heman rojê de, sizayê darvekirina çar girtiyên bi navên Mubîn Serwerî yê 27 salî, welatiyê Kurd ê xelkê Îlamê, Mehmûd Welî Îlahî, welatiyê Lor ê xelkê Nehawendê yê ser bi parêzgeha Hemedanê, 41 salî û bavê sê zarokan, Sîna Mihemedî yê xelkê bajarê Tehranê û Pêdram (paşnavêwî nediyar e), li girtîgeha navendî ya Kerecê hate birêveçûn. Li gorî çavkaniyeke agehdar, Pêdram, Mubîn Serwerî û Sîna Mihemedî her sê beriya niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê û Mehmûd Welî Îlahî çar sal berê bi tohmeta kuştina jina xwe hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Herwiha, di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Belûç ê bi navê Mesûd Melekî (Melekzehî), 33 salî û xelkê Belûçistanê û rûniştiyê bajarê ŞehrReza a parêzgeha Îsfahanê li girtîgeha Destgird a Îsfahanê hate cîbicîkirin. Ev girtî heft sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina 5 kes ji wan girtiyan û ev jî bi bê îşarekirin bi nasnameya wan di medyayên hikûmetî de hatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin