Hengaw derheq metirsiya darvekirina girtiyên siyasî yên ku bi sîxurîkirin bo Îsraîlê hatine tohmetbarakirin hişyariyê dide

Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka damezrandina xwe ve heta niha gelek kes bi tohmeta hevkarîkirin bo Îsraîlê bi darvekirinê siza daye û ew rastî kuştina hikûmetî anîne. Di vê navberê de bi awayekî taybetî, welatiyên Kurd, peyrewên ola Behayî û ciwanên bi bandor zêdetirîn qurbaniyên van tohmetên çêkirî û dosysaziyên ewlehî bûne.
Herwiha dema ku aloziyên di navbera Komara Îslamî û Îsraîlê de zêde dibin, hikûmet bi zanebûn dest diavêje bi cîbicîkirina sizayê darvekirina kesên ku heyamek berî niha bi tohmeta "sîxurîkirin bo Îsraîlê" di girtîgehan de hatine dîlgirtin. Li gorî amarên Hengawê, di heyama 30 mehên borî de, herî kêm 12 girtî ji wan 7 girtiyên Kurd bi tohmeta sîxurî û hevkarîkirin bo Îsraîlê li Îranê hatine darvekirin.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tevî nîşandana nîgeraniya xwe ya kûr dide zanîn ku, li gorî lêkolînên vê saziyê, dosyeyên herî kêm yên pênc welatiyên Kurd ji wan Azad Şocaî, Îdrîs Alî, Şahîn Wesaf, Nasir Bekirzade û Resûl Ehmed Mihemed, mînakên eşkere yên vê siyaseta serkutkarane ne; kesên ku yan di meşa nerazîbûna xelkê de hatine girtin an jî wekî kolberên sînorî ji aliyê saziyên ewlehî ve rastî zextan hatine û niha rastî sizayê darvekirinê hatine.
Herwisa sizayê Mihemedemîn Mehdewî Şayiste, hevwelatiyekî rûniştiyê Tehranê û girtiyê siyasî li girtîgeha Qizilhesara Kerecê bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê ji aliyê Dîwana Bilind ve hatiye piştrastkirin. Ev girtiyê siyasî di girtîgehê de li jêr zext û îşkenceyên giran neçar mabû ku li dijî xwe îtîrafa bi zorê bike.
Li rex van kesan, Ehmedriza Celalî, pizîşk û lêkolerê du alî yê hevwelatiyê Îranî-Swêdî, ji sala 2016an ve di girtîgehên Komara Îslamî de ye û bi tohmeta "sîxurîkirin bo Îsraîlê" bi darvekirinê hatiye sizadan. Îtîrafên wî jî wekî tohmetbarên dinê di bin zext û îşkenceyan de hatiye wergirtin û navendên navneteweyî gelek caran daxwaza rawestandina sizayê wî kirine.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tevî nîşandana nîgeraniya xwe li derheq pêvajoya dana siza û piştrastkirina sizayê darvekirinê li ser bingeha îtîrafên bi zorê û pêvajoyên dadwerî yên nedadperwerî, hişyariyê dide ku ev kiryarane li rastaya siyasetên tolhildanê yên Komara Îslamî û nedîtina prensîbên bingehîn ên mafê mirovî têne kirin.
Hengaw ji hemû medya, saziyên mafê mirovî û raya giştî ya Îranî û navneteweyî daxwazê dike ku di demên wiha hestiyar de, serweyê dîtingehên jeopolîtîk, rewşa girtiyên siyasî û sivîl li Îranê bi baldarî bişopînin û berevaniyê ji wan kesan bikin ku bidîl hatine girtin da ku nirxa kirîz û aloziyên herêmî yên Komara Îslamî bidin.