Redkirina daxwaza pêdaçûnê ji bo sizayê darvekirinê; Jiyana Mêhrab Ebdulahzade, girtiyê siyasî yê Kurd di metirsiyê de ye

21 February 2026 20:40

Hengaw; Şemî 21ê Şibata 2026an

Daxwaza pêdaçûnê ya sizayê darvekirina Mêhrab Ebdulahzade, girtiyê siyasî yê Kurd û yek ji girtiyên tevgera "Jin Jiyan Azadî", ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye redkirin; niha jiyana vî girtiyî di bin metirsiyê de ye.

Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de daxwaza pêdaçûnê ya sizayê darvekirina Mêhrab Ebdulahzade, ciwanê Kurd ê 27 salî û xelkê bajarê Urmiye, ji aliyê Taya 39 a Dîwana Bilind a Welat ve hatiye redkirin. Tevî ku daxwaza pêdaçûnê careke din hatibû tomarkirin jî, fermana rawestandina cîbicîkirina sizayê darvekirina navbirî nehatiye ragihandin.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, li rewşa destpêkirina alozîyeke dinê li navçeyê bi sedema şerxwaziya Komara Îslamî ya Îranê, derbarê egera pêkanîna sizayê nemirovane yê darvekirina vî girtiyê siyasî ku di pêvajoyeke nezelal de siza bi ser de hatiye sepandin, hişyariyê dide.

Sizayê darvekirina navbirî berê ji aliyê Taya 9 a Dîwana Bilind a welat ve wek xwe hate piştrastkirin. Ev sizayê hatî dayîn roja Pêncşemî 18ê Kanûnê bi awayekî fermî bi Mêhrab Ebdulahzade re hatibû ragihandin û jê re hatibû xwastin ku "daxwaza jêborînê" pêşkêş bike.

Mêhrab Ebdulahzade havîna sala borî, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer “Necefzade” bi tohmeta “bexî” sizayê darvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Hengaw bere belavkiribû ku, Mêhrab Ebdulahzade di dosyeya xwe de, bi kuştina yek ji endamê besîc ê ser bi Spaha Pasdaran hatiye tohmetbarkirin û bi tohmeta “bexî” ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve hatibû dadgehîkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Mêhrab Ebdulahzade Payîza 2022an, li meşa tevgera Jin Jiyan Azadî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû revandin û bo yek ji girtîgehên ewlehî li Urmiyê hatibû veguhastin. Navbirî piştî çend meh îşkence û lêpêçînkirinê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin