Nasir Bekirzade, girtiyê siyasî yê Kurd ji bo cara sêyem sizayê darvekirinê bi ser de hate sepandin

22 February 2026 18:38

Hengaw; Yekşemî 22ê Şibata 2026an

Nasir Bekirzade, girtiyê siyasî yê Kurd û binçavkirî di girtîgeha navendî ya Urmiyê de, piştî du caran hilweşandina sizayê darvekirina wî ji aliyê Dîwana Bilind ve û şandina dosyayê ji bo taya hevşêwe, ji bo cara sêyem ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "sîxurîkirin bo Îsraîlê" sizayê darvekirinê bi ser de hate sepandin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Nasir Bekirzade, girtiyê siyasî yê Kurd ê 26 salî û xelkê Urmiyê, bi tohmeta "sîxurî ji bo Îsraîlê" ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve sizayê darvekirinê bi ser de hate sepandin. Ev sizaye roja Sêşemî 3ê Şibata 2026an, bi Sîdad Şîrzad, Emîr Reîsiyan û Nîhad Îrandost, parêzerên wî hate ragihandin.

Sîdad Şîrzad, parêzerê vî girtiyê bi belavkirina vê nûçeyê li ser hesaba xwe ya tora civakî ya “X”ê nivîsiye ku, Taya Duyem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê, tevî ku sizayê darvekirina wî du caran ji aliyê Taya 39an a Dîwanê ve bi çendîn sedeman hatibû hilweşandin, di demekê de ji bo cara sêyem sizayê darvekirinê ji bo vî girtiyê derxistiye ku di dadnameya sêyem de jî pirsgirêk û têbîniyên zêde yên Dîwana Bilind û îstîdlalên (gelemperiyên yasayî) Taya 39an hîna wek xwe mane û Taya Duyem a Şoreş a Urmiyê guh nedaye wan.

Nasir Bekirzade, berê ji aliyê Taya 2 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Şahînî bi tohmeta “sîxurîkirin bo Îsraîlê” bi darvekirinê hatibû sizadan ku sizayê wî ji aliyê Dîwana Bilind a welat ve hatibû hilweşandin û bo taya hevşêwe li Dadgeha Şoreş a Urmiyê hatibû veguhastin.

Nasir Bekirzade, di Cotmeha 2024an de, ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Necefzade bi tohmeta "sîxurîkirin bo Îsraîlê" bi darvekirinê hatibû sizadan. Ev sizaye piştî pêdaçûnê, ji aliyê Taya 39 a Dîwana Bilind a Îranê ve bo taya hevşêwe hatibû vegerandin.

Ev tohmetbarê siyasî li rêkefta 9ê Tebaxa 2023an, ji aliyê hêzên Îtilaata Pasdaran ve li Urmiyê hatibû girtin û piştî çend hefteyan bi wergirtina sozeke nivîskî bi awayekî demkî hatibû berdan.

Navbirî roja 2ê Çileya 2024an careke din ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve li Urmiyê hatibû girtin û piştî çend mehan lêpêçînkirin di dawiyê de bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin.

Nasir Bekirzade di heyama girtinê de, ji bo wergirtina îtirafên bi zorê rastî zext û givaşan hatibû û ji mafên sereke yên wekî destpêregihîştin bi parêzer û heta mafê hevdîtin bi malbata xwe re hatibû bêparkirin.

 

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin