Bokan; Mihemed Ferecî û Reûf Şêxmeirûfî ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî sizayê darvekirinê bi ser wan de hate sepandin
Hengaw; Sêşemî 25ê Şibata 2026an
Mihemed Ferecî û Reûf Şêxmeirûfî, du girtiyên siyasî yên Kurd ên binçavkirî li girtîgeha navendî ya Bokanê û ji binçavkiriyên tevgera Jin Jiyan Azadî, piştî sê salan binçavkirî û nerohniya dosyeyên wan, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "dijminatiya Xwedê" (miharibe) û "îfsad fîl-erz" (xerabkarî li ser erdê) sizayê darvekirinê bi ser wan de hate sepandin.
Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Reûf Şêxmeirûfî yê 24 salî û Mihemed Ferecî yê 23 salî ku her du jî xelkê Bokanê ne û di girtîgeha navendî ya vî bajarî de ragirtî ne, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi tohmetên wekî "miharebe" û "îfsad fîl-erz" sizayê darvekirinê bi ser wan de hate sepandin.
Kombûna pêregihîştin bi tohmetên van her du welatiyan Payîza îsal û bi awayekî cuda hatibû encamdan û sizayên wan roja Sêşemê 24ê Şibata 2026an di girtîgeha navendî ya Bokanê de bi fermî ji wan re hatibû ragihandin.
Reûf Şêxmeirûfî êvareya Duşemî 26ê Kanûna 2022an û Mihemed Ferecî roja Sêşemî 21ê Şibata 2023an, bi awayekî tundûtîjî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Bokanê ve hatibûne girtin û bo girtîgeha vê navenda ewlehiyê hatibûne veguhestin.
Ev kesane roja Înê 10ê Hezîrana 2023an piştî çend mehan lêpirsîn û îşkencekirinê, ji girtîgeha îdareya Îtilaatê ya Urmiyê bo girtîgeha navendî ya Bokanê hatibûne veguhestin û bi awayekî nediyar di vê girtîgehê de hatibûne ragirtin.
Hêjayî gotinê ye ku Mihemed Ferecî, roja Şemî 12ê Çileyê hatibû girtin û di rêkefta 21ê Şibatê de, dema ku tenê hefteyek bi ser azadkirina wî ya bi şert re derbas bibû, careke din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin. Hengawê beriya niha di vê derbarê de nivîsîbû: "Hêzên îdareya Îtilaata Urmiyê, di rola kiryarekî asayî de têkilî bi Mihemed Ferecî re danîbûn û ji wî wekî mekanîkê trombêlê daxwaz kiribûn ku ji bo çêkirina tromnêlê biçe cihekî diyarkirî û ev welatiye jî her zû piştî amadebûna li wê navnîşanê, ji aliyê wan hêzan ve hate revandin."
Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev her du welatî di dema lêpirsîna wan de li girtîgeha îdareya Îtilaata Urmiyê, bi mebesta wergirtina îtirafa bi zorê, rastî îşkenceyên herî dijwar ên fîzîkî û derûnî hatine.