Birêveçûna sizayê darvekirina Nerîman Sûrî û Wîhan Şahmihemedî li girtîgehên Kirmaşan û Sineyê

28 December 2025 13:34

Hengaw; Yekşemî 28ê Kanûna 2025an

Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Nerîman Sûrî û Wîhan Şahmihemedî, ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Kirmaşan û Sineyê hate cîbicîkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 27ê Kanûna 2025an, sizayê darvekirina Nerîman Sûrî yê xelkê Avdanan ê ser bi Îlamê, li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin.

Hevdem û di heman rojê de, sizayê davekirina Wîhan Şahmihemedî yê xelkê Sineyê, li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate cîbicîkirin.

Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, Nerîman Sûrî ji pênc sal berî niha ve bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û Wîhan Şahmihemedî jî heft sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Nûçeya darvekirina van du girtiyan heta dema belavbûna vê raporê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên ser bi Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin