Mirina Îbrahîm Reîsî û Ebdulahiyan û pêdaçûna tawanên serkomar û dîplomasiya niha ya Komara Îslamî ya Îranê
Hengaw; Sêşemî 21ê Gulana 2024an
Îbrahîm Reîsî, serkomarê Komara Îslamî ya Îranê, ku di bûyereke esmanî ya gumanbar de digel Ebdulahiyan û çend karbidestên din ên hikûmetê hatine kuştin, xwedî dîrokeke dirêj a binpêkirinên berfireh ên mafê mirovî di Dezgeha Dadwerî de bûn, û pêşîneya navbirî bi taybetî di dawiya dehikên 60î a Rojî de, wekî endametî di “lîjneya merg” de û biryardan li ser darvekirina bi kom a girtiyên siyasî, bi başî hatine belgemendkirin. Ev hewlane wekî tawanên li dijî mirovahiyê têne dîtin û gelek caran ji aliyê civaka navdewletî û rêxistinên mafê mirovî ve hatine şermezarkirin.
Îbrahîm Reîsî digel Murteza Eşraqî, Husênelî Neyrî, Mistefa Pûrmihemedî û Êsmayîl Şûşterî ji endamên lîjneya merg û komîteyekê bûn ku di nav girtiyan û bi cihhmayiyên xwînayiya Havîna sala 1367an a Rojî de wek “lîjneya merg” bi nav û bang bûn. Lîjneyek ku girtiyên wek aliyên çepî, Mucahidîn û Kurd di wan salan de li dadgeheke çend xulekî û tenê bi çend pirsên kurt wekî “misilmanî, nimêj dikî” yan “poşmanî?” ber bi darvekirin û tîrbaranê ve vediguhastin.
Di meşa komkujiya Havîna 67an a Rojî de, hezaran girtî ku gelek ji wan heta cezayê xwe derbas kiribûn, bi şêweyekî bi kom di kiryareke bilez de bi fermana Xumeynî, beriya bi dawîbûna şerê Îran û Iraqê dar vedikirin an gullebaran kirin.
Herwisa di heyama serkomariya Îbrahîm Raîsî de, hemû cure serkut, kuştin û bidarvekirinên hikûmetî bi awayekî berçav zêde bibûn, bi awayekî ku çendîn car nigeraniya cidî a bawermendên mafê mirovî li ser rewşa mafê mirovî li Îranê li pey xwe anî.
Di heyama serkomariya Îbrahîm Raîsî û destpêka tevgera Jin Jiyan Azadî de, bi sedan hevwelatî bi awayekî hovane hatine kuştin, bi hezaran kes hatine girtin û heta niha jî hinek bi darê zorê hatine jinavbirin û piştre em bînerê tundûtîjiya eşkere û rojane ya li dijî jinan li ser şeqamên Îranê bûn. Herwisa di meşa nerazîbûna xelkê ya Xezelwera 1398an a Rojî de, Îbrahîm Raîsî roleke berçav di tepeserkirina xwepêşanderan de lîst û li dema birêveberiya navbirî di Dezgeha Dadwerî de hejmara darvekirinan li Îranê zêde bû. Ev encamane ne tenê binpêkirina yasaya navneteweyî bû, di heman demê de binpêkirina eşkere ya mafê bingehîn ên mirovatiyê ye.
Di serdema serkomariya Reîsî de, keşa siyasî û civakî ya Îranê bi awayekî tund hate daxistin. Rojnameger, çakvanên mafê mirovî û dijberên siyasî rastî zextên tund hatin, gelek ji wan hatine girtin an jî cezayên girtîgehê yên giran bi ser wan de hate sepandin.
Herwisa Husên Emîrebdulahiyan wekî wezîrê derve yê Îranê, ew jî di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, dîplomatek bi pêşîneya endamê berê yê Spaha Pasdaran (Spaha Quds) a Komara Îslamî ya Îranê bû ku di kuştina xelkê Sûriyê û Iraqê de dest hebûye. Bi piştgirêdan bi amarên fermî yên saziyên mafê mirovî, navbirî nêzî 500 kes ji xwenîşander kuştibû, di bersiva rojnamevanan de radigehand ku ti xwenîşanderek nehatiye kuşin yan binçavkirin.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî ragihandina wê ku di baştirîn halet de divê endamên bi vî awayî yên "lîjneya mirinê" û rêkxerên cinayetên berfireh ên Komara Îslamî ya Îranê li dadgehên tawana dijî mirovahiyê bêne dîtin, piştgirî dide hestên xelkê û bi taybetî malbatên dadxwaz û ji saziyên mafê mirovî û civaka medenî ya Îranî daxwazkar e, ku ji tomarkirina belgeyan li ser tawanên Komara Îslamî berdewam bin çi di derbarê tawankarên wan ên mirî û yên zindî de. Bê guman tomarkirin û belgekirina tawanbarên Komara Îslamî ya Îranê, beşek ji proseya dadperwerxwazî ye û rêya dadxwazî di dadperweriya veguhastinê de sozek e bo nifşên paşerojê.