Hewla kuştina Saman Weysanî ji hevkarên Hengaw û daxwazkariyên bi lez û bez bi mebesta rizgarkirina canê navbirî û malbata wî

09 June 2024 20:10


Hengaw; Yekşemî 9ê Hezîrana 2024an

Em wek Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, bi nîgeranî ve we bo  berteknîşandana bi lez û bez bi mebesta rizgarkirina canê Saman Weysanî yek ji çalakvan û hevkarên Hengawê, û malbata wî ku gefa revandin, terorkirin û kuştinê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve ku ji wan hatiye kirin, banghêj dikin.

Saman Weysanî yê welatiyê Kurd ê xelkê Kamêranê, piştî gefên berdewam ên navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê, ku belgeyên wê yekê li ber destê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de ne, neçar ma Herêma Kurdistanê bi cih bihêle. Ew piştî demeke kurt li Tirkiyê penaha xwe bo welatê Yûnanê bir, lê heta li Yûnanê jî ji gef û hewlên kuştinê yên kesên ser bi Komara Îslamî ya Îranê nehatibû parastin.

Bi balkişandina du hewlên kuştina Saman Weysanî li Yûnanê ku qewimîne û hebûna pêwendiya êrîşkeran digel Komara Îslamî ya Îranê ku ji aliyê polîsên Yûnanê ve hatiye piştrastkirin, jiyana wî û malbata wî xistiye metirsiyeke cidî de. Tevî girtina hejmarek ji êrîşkaran û îtîrafên wan ên eşkere, polîs û navendên dijeterorê yên Yûnanê ti tedbîr ji bo parastina canê wî û malbata wî negirtine berahîka xwe.

Li gorî vegotina Saman Weysanî û ew belgeyên zêde ku di destê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de ne, êrîşkaran li ser rêya derveyî kampa penaberan bi kom êrîşî wî kirine û xwestine wî birevînin û bikujin ku bi giştî xelk û polîsan karîne wî rizgar bikin.

Berê jî Saman Weysanî ji ber gefên rasterast ên bi vî rengî yên Komara Îslamî ya Îranê û girtin û îtirafkirina yek ji hêzên Komara Îslamî ku belgeyên wî ber dest in, neçar mabû ku Tirkiyê bicih bihêle û penaha xwe bo Yûnanê bibe. Wî di Payîza sala 2023an de, piştî çend mehan gefên navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê, Herêma Kurdistanê bi cih hêlabû û niha li Yûnanê rûbirûyê metirsiyên giran li ser jiyana xwe bûye.

Herwisa çarenivîsa Husên Baqirî naskirî bi Jakan Baran, helbestvan, çalakvanê medenî û siyasî û hevkarê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê heta niha nediyar e û egera qurbanîbûna navbirî ji aliyê siyaseta bêserûşûnkirina bi zorê ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi şêweyekî micid di holê de ye.

Em daxwazê ji we dikin derbarê rewşa Saman Weysanî û malbata wî, van tedbîrane bigirine pêş.

1- Xistina zextan li ser hikûmeta Yûnanê bi mebesta dabînkrina asayiş û parastina jiyana Saman Weysanî û malbata wî û dabînkirina şert û mercên veguhastina wan ji bo welatek aram.

2- Em daxwazê ji rêxistinên navdewletî yên mafê mirovî dikin ku çavdêriya rewşa wî û malbata wî bikin û alîkariyên pêwîst ji bo veguhastina wan pêşkêş bikin.

3- Belavkirin û ragihandina zanyariyan li ser asta navdewletî derbarê gefên li ser Saman Weysanî, ji bo ku bala raya giştî bikşîne ser wan û zextê li aliyên pêwendîdar bike.

Em li ser wê bawerê ne ku yekgirtî û berteknîşandana zû ya we dikare canê mirovekê û malbata wî ku zarokek biçûk jî li xwe digire, rizgar bike û mînakek rastîn ji mafê mirovî li hember gefên hikûmetî yên Komara Îslamî heta li derveyê sînorên Îranê be. Hengaw amade ye bi rizamedî û rêkkeftina Saman Weysanî û malbata wî tevahiya wan belgeyên ku pêwendiya wan bi gefên Komara Îslamî li ser revandin û kuştin û hewldan bo terora navbirî heye danê ber destê medya û saziyên mafê mirovî yên bawerpêkî yên Îran û cîhanê.


Di vî warî de zêde bixwînin