Jin û mêrek penaber ên Kurd li Tirkiyê di rewşeke krîzî de ne; metirsiya radestkirina wan bo Îranê heye

22 July 2025 17:44

Hengaw; Sêşemî 22ê Tîrmeha 2025an

Leyla Ezîzî û Nasir Mehmûdî, jin û mêrên penaber ên siyasî yên Kurd ku deh meh berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Tirkiyê ve hatibûn girtin, li rewşeke cihê nîgeraniyê di kempa nîştecihbûna demkî de ne û metirsiya radestkirina wan di holê de ye.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Leyla Ezîzî ya 36 salî û xelka Seqizê û hewjînê wî yê bi navê Nasir Mehmûdî yê temen 38 salî û xelkê Bokanê û ji çalakvanên siyasî yên Kurd, li kempa “Axirî” li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê di rewşeke dijwar de ne.

Li gorî gotina Roya Ezîzî, xwîşka Leyla Ezîzî, navbirî ji ber girtina demdirêj û metirsiya radestkirina wan, di bin zexteke giran a derûnî de ye, û nebûna xizmetguzariyên tendirustiyê yên destpêkî li kempê bûye sedema pirsgirêkên tendirustî ji bo wê.

Leyla Ezîzî û Nasir Mehmûdî ku pêşîneya çalakiyên siyasî hene û ji egera vegerîna wan bo Îranê, dê bi metirsiya sizayên giran û nemirovane ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve werine rûbirûbûn.

Leyla Ezîzî û Nasir Mehmûdî di heyama salên borî de wekî çalakvanên siyasî û endamên Partiya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Herêma Kurdistanê nîştecih bûn.

Ev du welatiyên Kurd deh meh berî niha li bajarê Tatwan ê ser bi parêzgeha Bedlîsê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatibûne girtin û bo kempa Agiriyê hatibûne veguhastin û tevî derbasbûna deh meh, ew hîn jî li vê kempê ne û metirsiya radestkirina wan heye

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tevî nîşandana nîgeraniya xwe derheq radestkirina van her du ciwanên Kurd bo Îranê û metirsiya rûbirûbûna wan bi îşkence û sizayên nemirovane ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve, bi tekezîkirin li ser naveroka peymanên navneteweyî, daxwaza rawestandina bilez a pêvajoya radestkirina wan ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve û pêbendbûn bi prensîbên mafê mirovî li çarçêveya reftarkirin bi penaberan re dike, û herwisa daxwazê ji navend û saziyên mafê mirovî yên navneteweyî bi taybetî jî navendên piştgirîkirin ji penaberan dike ku di zûtirîn dem de li derheq rewşa van her du penaberên Kurd û egera radestkirina wan bo Îranê bertek û helwêstan nîşan bidin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin