Rewşa metirsîdar a jin û mêrekî penaber li Tirkiyê; ji qedexekirina hevdîtin û egera dîportkirinê

11 November 2024 17:38

Hengaw; Duşemî 11ê Mijdara 2024an

Reşad Mihemedî û Ejîn Husênî (Fehmîde), Jin û mêrdên penaberên siyasî yên Kurd ku ji 8 meh berî niha ve ji aliyê hêzên ewlehî ve li Tirkiyê hatibûne girtin, di rewşeke xirab de li kempeke demkî dimînin û di bin metirsiya dîportkirinê de ne.

Pêka rapora ku gihaye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Reşad Mihemedî yê çalakvanê siyasî yê xelkê Kamêranê digel hevjîna xwe ya bi navê Ejîn Husênî ya xelka bajarê Sewlavayê, li kempa "Pehlîwan Koy" ya bajarê Adirne yê ser bi Tirkiyê di şert û mercên dijwar de têne ragirtin.

Li gorî gotina Ejîn Husênî, navbirî di heyama vê meha dawî de ku dubare bo vê kampê hatibûne veguhastin, tenê carekê digel hevjînê xwe ku bi tenê li odeyekê tê ragirtin, hevdîtin hebûye.

Hengawê berê di vê derbarê de nivîsîbû ku, polîsên Tirkiyê li navîna îsal û tenê çend roj piştî veguhastina wan bo kempa dîportê, ev neçar kirine ku pencemûr û wajoyên xwe tomar bikin û egera dîporkirina van bo Îranê heye.

Ejîn Husênî, temen 30 salî û Reşad Mihemedî yê 34 salî di çend salên borî de li Herêma Kurdistanê mijûlê çalakiyên siyasî bûne û ji ber zextên berdewam ên saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê neçar mane ku Herêma Kurdistanê bi cih bihêlin.

Ev jin û mêrane li dawiya meha Adara îsal, ji aliyê hêzên polîs ên Tirkiyê ve piştî çend caran guharîna cihên wan, hê jî li kampê ne û rewşa wan nexuya ye.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tevî nîşandana nigeraniya xwe ya derbarê egera radestkirina wan jin û mêrdên Kurd bo Îranê û egera îşkence û her sizayeke nemirovane ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve, daxwazê ji hemû saziyên navneteweyî yên mafê mirovî û bi taybetî saziyan parastina mafên penaberan dike ku piştevaniya van du penaberan  bikin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin