Tirkiye; Çarenivîsa Ejîn Husênî ya penabera siyasî ya Kurd li kempa dîportê nerohn e
Hengaw; Sêşemî 24ê Kanûna 2024an
Rewşa laşî û derûnî ya Ejîn (Fehmîde) Husênî, penabera siyasî ya Kurd ku heyama 9 meh berî niha li Tirkiyê hatibû binçavkirin, li kempa nîştecihkirina demkî ya dîportê nebaş e. Ev yeka di halekê de ye ku Reşad Mihemedî, hevjînê navbirî di vê dawiyê de hatiye berdan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Ejîn Husênî ya penabera xelka Sewlavayê, di halekê de meha xwe ya nehem li kempa "Pehlîwan Koy" ya bajarê Adirne yê ser bi Tirkiyê derbas dike ku çarenivîsa wê nediyar e û egera radestkirina wê bo Îranê heye.
Pêka gotina Reşad Mihemedî, Ejîn Husênî ji ber cudakirina wan ji hev bo heyameke dirêj, di rewşeke derûnî ya nebaş û bin givaşan de ye û nebûna ava germ û hewcehiyên paqijkariyê bûne sedema nexweşketina wê.
Vî penaberê ragihandiye ku, kombûna dadgehîkirina wan, roja Pêncşemî 12ê Kanûna 2024an hatiye birêveçûn û pêka gotina parêzerê wan, heta niha biryara dadgehê nehatiye danê.
Hengawê berê li gorî gotina Ejîn Husênî ragihandibû ku, navbirî di heyama meha dawî ya girtina wan de tenê carekê kariye hevjînê xwe bibîne.
Ejîn Husênî ya temen 30 salî û Reşad Mihemedî yê 34 salî di çend salên borî de li Herêma Kurdistanê mijûlê çalakiyên siyasî bûne û ji ber zextên berdewam ên saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê neçar mane ku Herêma Kurdistanê bi cih bihêlin.
Ev jin û mêrane li dawiya meha Adara îsal, ji aliyê hêzên polîs ên Tirkiyê ve hatibûe girtin û piştî çend caran veguhastina wan, Reşad Mihemedî di vê dawiyê de berdan û Ejîn Husênî hê jî li vê kampê ye û rewşa wê nexuya ye.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tevî nîşandana nigeraniya xwe ya derbarê egera radestkirina wan jin û mêrdên Kurd bo Îranê û egera îşkence û her sizayeke nemirovane ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve, daxwazê ji hemû saziyên navneteweyî yên mafê mirovî û bi taybetî saziyan parastina mafên penaberan dike ku piştevaniya van du penaberan bikin.