Tirkiye; Metirsiya radestkirina Husên Husênî, çalakvanê çandî, medenî, mafê mirovî û siyasî û malbata wî bo Îranê
Hengaw; Yekşemî 5ê Çileya 2025an
Husên Husênî, çalakvanê çandî, medenî û siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Merîwanê, tevî hevjîna xwe ya bi navê Nesrîn Xoşnewaziyan û du zarokên wan, li welatê Tirkiyê rastî rewşeke dilgiran hatine û di bin metirsiya radestkirinê de ne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Husên Husênî, Nesrîn Xoşnewaziyan û du zarokên wan ên temen 10 û 13 salî, bi awayekî demkî û di bin şert û mercên giran û sînordar de bo bajarê Dênîzliyê hatine veguhastin. Eva di demekê de ye ku îdareya Koçê ya Dênîzliyê li dijî mana wan li vî bajarî ne û rewşa vê malbatê nerohn e.
Pêka gotina Husên Husênî, navbirî digel malbata xwe roja Sêşemî 24ê Kanûna 2024an, piştî derbaskirina du mehan ji binçavkirinê ji kempa “Muxla” hatibûne azadkirin û piştre bo bajarê Dênîzliyê hatibûne veguhastin.
Navbirî daye zanîn ku, di nameya îdareya Koçê ya Tirkiyê de hatiye gotin ku, divê her hefte xwe bi îdareyê re bidine naskirin û heta niha jî dosyeya radestkirina wan vekirî ye û di bin lêkolînê de ye.
Ev malbate roja Pêncşemî 7ê Mijdara 2024an, ji aliyê polîsên bajarê Bodrûma Tirkiyê ve hatibû binçavkirin û bi sedema “binpêkirina yasayê” hatibû tohmetbarkirin; Herwisa piştî demekê ji bo radestkirinê bo girtîgeha “Muxla”yê hatibû veguhastin.
Hêjayî gotinê ye ku, di dema binçavkirinê de rewşa tendirustî ya sîstema riviyê ya Nesrîn Xoşnewaziyan, hevjîna Husên Husênî ji ber pêrenegihîştinên pizîşkî têk çûye.
Husên Husênî di sala 2019an de, bi sedema givaşên hêzên ewlehî yên hikûmeta Îranê, welatê Îranê bi cih hêlabû. Navbirî destpêkê çûbû Herêma Kurdistanê û piştre ji wir jî bi mebesta çûn bo Ewropayê derbasî Tirkiyê bûbû û li wir digel malbata xwe hatibûne binçavkirin.